Galeriya wêneyan

12-02-2021
16 Photos
Bilind T. Abdullah

Bo cara duyem Rêxistina Alîkariya Kurdî-Amerîkî şeş hirç li ser Çiyayê Gare li Başûrê Kurdistanê azad kirin û berdane çiya. Beriya du salan jî heman rêxistinî bi heman awayî hejmarek hirç azad kiribûn û bi gotina wan, niha hejmara hirçan li wî çiyayî zêde bûye.

Pênc ji wan hirçên ku duh li ser Çiyayê Gare hatin berdan, ji Besra û Nasiriyeyê û yek jî ji Hewlêrê ve biribûn deverê. Ew hirç di malan de hatibûn xwedîkirin. Beşek ji wan hirçan xwediyên wan ew bi bê beramber dabûn daku bêne azadkirin.

Bilind Birîfkanî, Berpirsê Rêxistina Alîkariya Kurdî-Amerîkî ji Rûdawê re ragihand: “Armanca me ji zêdekirina wan hirçan ev e ku xwezaya navçeyê biparêzîn ku bi sedema şerên di salên bihorî de zirar dîtiye. Niha em dixwazin bi hebûna wan ajelan, xwezaya Kurdistanê xweşiktir bikin.”

Birîfkanî herwiha aşkere jî dike, di plana wan de heye ku li navçeyên din jî heman karî bikin û diyar kir, ku çar sal beriya niha wan li Çiyayê Halgurd jî şeş hirç azad kirin.