Li Efrînê çekdarekî grûpa Hemzat hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarekî grûpa el-Hemzat a girêdayî Tirkiyê li herêma Efrînê hate kuştin.

Çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re da zanîn, ku roja sêşemê, çekdarekî grûpa Hemzat li ser riya di navbera Efrîn û Cindirêsê de hatiye kuştin.

Li gor heman çavkaniyê, destê çekdarê kuştî di revandin û kiryarên civakî yên xirab de li herêma Efrînê hebûye.

Çavkaniya taybet bi Rûdawê diyar kir ku heta niha kujerên çekdarê grûpa Hemzat nehatine naskirin.

Herêma Efrînê ji 18ê Adara 2018an ve di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye.