Elewiyên Dêrsimê piştî 50 salan bi Zazakî ‘Cema Xizir’ kirin

Dêrsim (Rûdaw) - Kurdên Elewî yên Dêrsima Bakurê Kurdistanê piştî derbasbûna 50 salan, yekem car li "Cemxaneya Duzgun Baba" merasîma "Cem" bi zazakî saz kirin.

Kurdên Elewî yên hefteya dawî ya Çile heta naverasta Sibatê wek Meha Xizir binav dikin. Di wê demê de 3 rojan bi rojî dibin ku jê re tê gotin Rojiya Xizir, xwarin û şêraniyê belav dikin û herwiha qurbaniyan didin.

Îsal jî ligel berfeke zêde li deverê ku li hinek cihan sê metreyan bilind bûye, Kurdên Elewî dîsa Meha Xizir bilind ragirtin. Ew çûn bajarokê Qisle ser bi parêzgeha Dêrsîmê.

Wek çawa Kurdên Êzidî serdana Laleş dikin, Elewiyên Dêrsimê jî serdana Duzgun Baba dikin ku ji sala 1970an ve ji ber sedemên siyasî û yên din "Cem" lê nedihat kirin.

Pîrê Elewiyan Welî Yildiz ji Rûdawê re got: “Pîr û rêberên me ji ber zextên dewltê ev baweriyama bicih nekirine. Piştî ku gundên me hatin valakirin pîrên dest ji berdewamkirina vê kevneşopiyê berdane. Berê xelkê gelek rê derbas dikir û xwe digihandin vê derê û cem girêdidan. Piştî 50 salan destpêkirina vê yekê em kêfxweş kirine. Xwedê ji wan kesan razî be ku ev yek pêk anîne.”

Li Dêrsimê ku beşa herî zêde ya akinciyên wê Kurdên Elewî ne, dest bi amadekariyên xwe kirine û pêşwaziyê li meha Xizir dikin. Meha Xizir dawiya mehe Çile destpê dike û heta naverasta Sibatê berdewam dibe.

Rojiya Xizir ku li navçeyên cuda bi awayên cor bi cor pêşwazî lê tê kirin, piştî rojiya Muherem û Meha Muherem, wek helkefta herî mezin a olî ya Elewiyan tê hejmartin. Xizir, tê wateya bihewarveçûna kesekî ku di tengaviyê de ye. Di meha Xizir de piştî 3 roj birojîbûn, luqmeyên qazî tên dabeşkirin. Xwarineke taybet tê amadekirin û merasîma "Cem" tê sazkirin.

Hevserokê Şaxa Dêrsimê ya Komeleya Elewiyên Demokrat Mûsa Kullu jî got: “Îro piştî salên dûr û dirêj, nesîb bû ku li Duzgun Baba em Cemê girê bidin. Ji niha şûnde em dê hersal vê baweriya xwe pêk bînin û cemê girê bidin. Em ji bo kesên ku li vê cîhanê rewşa wan xirab be û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, dia dikin ku Xizir ji wan re bibe alîkar.”

Elewîtî piştî mezhebê Sunne li Tirkiyê duyemên baweriya Îslamî ye. Di nav Elewîtiyê bi xwe de terîqetên cuda hene. Elewî di çarçoveya Xwedaperestiyê de jin û mêran ji hev cuda nakin û di wê baweriyê de ne ku divê mirov bi ziman, kultur, sema û muzîka xwe çawa bixwaze xwedê biparêze ne ku yasayeke taybet jê re bê diyarkirin.

Elewî zêdetir roja Pêncşemê Rojiya Xizir digirin, qurbaniyan didin û duayan dikin. Piraniya salan 4 Pêncşeman di Meha Xizir de bi rojî dibin. Di beşekî ferzan de zikrên xwe dikin û sirûdên olî dixwînin.

Li ba Elewiyan ciwanên nezewicî rojiya tîbûnê digrin û ji bo zêdetir tî bibin, xwarina şor dixwin. Bi baweriya wan, ew ciwan ligel wî/ê kesî jiyana hevjîniyê pêk tîne ku di xew de avê bidiyê. Lewra di vê mehê de ciwanên nezewicî di xewa xwe de bi hesret li benda wê/î kesî ne.