Ji Hevserokê berê yê Şaredariya Sûrê re 37 sal zîndan tê xwestin
Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê Hevserokê berê yê Şaredariya Sûrê Cemal Ozdemîr de îdîaname hat amadekirin. Di îdîanameyê de ji 17 sal heta 36 salan cezayê girtîgehê ji Ozdemîr re tê xwestin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê 21ê Kanûna 2019an qeyûm danîbû ser Şaredariya Sûrê û piştî danîna qeyûm bi 2 rojan, Hevserokên Şaredariya Sûrê Cemal Ozdemîr û Fîlîz Buluttekîn hatibûn girtin.
Îdîanameya ku derbarê Hevserokê Şaredariya Sûrê Cemal Ozdemîr de hatiye amadekirin, ji aliyê 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.
Di îdîanameyê de, bi tohmetên wek "endamtiya rêxistinê", "propagandeya rêxistinê", "peydakirina çek û fîşekên wan" û "bêyî destûr peydakirina maddeyên metirsîdar" ji 17 sal heta 36 salan ceza ji Ozdemîr re tê xwestin.
Di îdîanameyê de 22 çalakiyên wek “daxuyaniyên çapemeniyê, bîranîn, merasîma cenazeyan, şîn, karûbarên kongre û hilbijartinê) ku Ozdemîr tevlî wan bûye tawan hatine hesibandin.
Herwiha endamtiya Ozdemîr a bo MEYA-DERê jî tawan hatiye dîtin. Ji xeynî vê îfadeyên şahidekî nehênî jî di îdîanameyê de cih digirin.