Ji Hevserokê berê yê Şaredariya Sûrê re 37 sal zîndan tê xwestin

11-02-2020
Nîşan Bakurê Kurdistanê Sûr Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê Hevserokê berê yê Şaredariya Sûrê Cemal Ozdemîr de îdîaname hat amadekirin. Di ‎îdîanameyê de ji 17 sal heta 36 salan cezayê girtîgehê ji Ozdemîr re tê xwestin.‎

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê 21ê Kanûna 2019an qeyûm danîbû ser Şaredariya Sûrê û piştî danîna ‎qeyûm bi 2 rojan, Hevserokên Şaredariya Sûrê Cemal Ozdemîr û Fîlîz Buluttekîn hatibûn girtin. ‎

Îdîanameya ku derbarê Hevserokê Şaredariya Sûrê Cemal Ozdemîr de hatiye amadekirin, ji aliyê 8emîn ‎Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.

Di îdîanameyê de, bi tohmetên wek "endamtiya rêxistinê", "propagandeya ‎rêxistinê", "peydakirina çek û fîşekên wan" û "bêyî destûr peydakirina maddeyên metirsîdar" ji 17 sal ‎heta 36 salan ceza ji Ozdemîr re tê xwestin. ‎

Di îdîanameyê de 22 çalakiyên wek “daxuyaniyên çapemeniyê, bîranîn, merasîma cenazeyan, şîn, ‎karûbarên kongre û hilbijartinê) ku Ozdemîr tevlî wan bûye tawan hatine hesibandin.

Herwiha ‎endamtiya Ozdemîr a bo MEYA-DERê jî tawan hatiye dîtin. Ji xeynî vê îfadeyên şahidekî nehênî jî di ‎îdîanameyê de cih digirin. ‎

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst