Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket

Hewlêr (Rûdaw) - Eniya Tirkmanî dijî vegeriyana Hêzên Pêşmerge bo Kerkûkê ye. Serokê Eniya Tirkmenî dibêje, vegera Pêşmerge bi her sedemkê be jî, ew li dijî vegera Hêzên Pêşmerge bo Kerkûkê ne û wê yekê red dikin.

 

Serokê Eniya Tirkmaniya Iraqê, Erşed Salihî ragihand, vegera Hêzên Pêşmerge ji bo derdora Kerkûkê di bin her hincetekê de be, ew red dikin, lê ew pêşwaziyê ji her pêngaveke Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ku peywenidyên baş li gel Bexdayê hebin.

 

Erşed Salihî herwiha da xuyakirin, Bexda li hember berpirsatiyeke dîrokî ye ji bo parastina ax û rûniştvanên Kerkûk, Mûsil, Selahedîn, Diyale, Xaneqîn û Şingal û ew navçeyên ku gelek pêkhate têde dijîn.

 

Serokê Eniya Tirkimsnî diyar kir, ew ji aliyên navdewletî û herêmî re dubare dikin, ku ji bo Kerkûkê dem ber bi paş ve venagere, û qebûl nakin yek çirke jî rewş vegere weke beriya 16 Cotmeha 2017an.

 

Salihî destnîşan kir, baweriya xelkên Kerkûkê bi rêkevtinên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmta Iraqê de nayê, û ew vegera Hêzên Pêşmerge ji bo Kerkûkê qebûl nakin.

 

Di çedn rojên bihorî de, Wezareta Berevaniya Iraqê û Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê li ser hemahengî û karê hevbeş li sînorê parêzgeha Kerkûkê û navçeyên din ên nakok li hev kirin. 

 

Li gor zanyariyên ku hatine belavkirin, di çarçoveya vê rêkevtinê de, Hêzên Pêşmerge dê vegerin Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û dê beşek ji binke û xalên leşkerî yên wan ên berî 16ê Cotmehê, radestî wan bê kirin.