Qesra Îshaq Paşa di 2018an de rekor şikand

12-02-2019
RÛDAW
Nîşan Qesra Îshaq Paşa Geştyarî Agir Bazîd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara ziyaretvanên Qesra Îshaq Paşa ya li navçeya Bazîd a Agiriyê lı Bakurê Kurdistanê zêde bûye.


Qesra dîrokî ya li başûrê navçeya Bazîda ser bi parêzgeha Agiriyê ve di nav qadên herî hêja yên geştyariya Bakurê Kurdistanê de cih digire.


Qesra Îshaq Paşa li herêmê yek ji mînakên berbiçav yên dîrokî ye û ji sala 2000î vir ve di nav Lîsteya Berwext a Mîrateyên Dinyayê ya UNESCOyê de cih digire. Ji bilî geştyarên xwemalî ji welatên Asya û Ewropayê jî tev geştyar tên dîtina qesrê.




Qesra Îshaq Paşa di çar demsalên salê de her carê bi xweşiyeke xwe ya awayekî balê dikşîne, biharê bi hêşînahî, havînê bi hênikayî, payîzê bi zerayî û zivistanê jî bi xemla spî bangî geştyaran dike.


Qesra Îshaq Paşa di sala 2018an de jî bi hejmara geştyarên serdana wê kirine rekoreke nû bi dest xist û di çar salên dawîn de jimar gihîşt asta herê zêde. Di sala 2015an de 44 hezar û 603, di sala 2016an de 57 hezar û 175, di sala 2017an de 92 hezar û 830 û di sala 2018an de jî 121 hezar û 94 geştyarên xwemalî û biyanî hatin çûne qesrê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst