Rêxistina Lûtke: Her 7 koçberên Kurd gihîştin Tirkiyê û rewşa wan baş e

11-02-2019
Nîşan Koçber Kurd Dîport Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Rêxistina Lûtke ya bo Aware û Penaberan, Arî Celal dibêje, her heft koçberên Kurd ên ku li nav deryayê asê mabûn, gihîştin parêzgeha Îzmîr a Tirkiyê û niha rewşa tendirustiya wan baş e.

 

Serokê Rêxistina Lûtke, Arî Celal ji Rûdawê re ragihand: “Ew heft koçberên Kurd bi şêweyekê neyasayî bi qaçaxçiyan re rêkevtin kiribûn, daku bi tirêliyan ji Tirkiyê ber bi Fransayê ve biçin, lê belê piştî eşkerebûnê her heft kes hatin desteserkirin û bo Îtalyayê hatin vegerandin û ji wê derê ve jî bo Tirkiyê paş ve hatin vegerandin”.

 

Arî Celal herwiha got: “Piştî hewldanên rêxistina Lûtke, her heft koçberên Kurd gihîştin parêzgeha Îzmîrê û niha li Binkeya Polîsê Peravên Tirkiyê ne û di rewşeke baş de ne”.

 

Piştî ku ew heft koçberên Kurd li Parîs a paytexta Fransayê hatibûn desteserkirin, bi rêya belemekê hatibûn dîportkirin, heyama 3 rojan di nav belemê de li deryaya Egeyê û Deryaya Spî de asê mabûn, ti welatek jî amade nebû ku wan werbigre.

 

Ew koçberên Kurd bi rêya Îtalyayê xwe gihandibûne Fransayê, lê belê dema ku ji aliyê Fransayê ve hatin dîportkirin, Îtalyayê ew wernegirtin û bo Maltayê hatin şandin û wî welatî jî ew koçber bo sînorê Yûnanistanê şandin, lê Yûnanistan jî amade nebû ku wan werbigre, ku herî dawî bo Tirkiyê hatin şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst