HSD: Hêzên me li Efrînê 2 helîkopter xistin xwarê

11-02-2018
RÛDAW
Dema ketina helîkopterekê
Dema ketina helîkopterekê
Nîşan Efrîn Helîkopter Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku li şer û pevçûnên roja şemiyê, du helîkopterên Artêşa Tirkiyê li herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê xistine xwarê û 11 leşker hatine kuştin.

 

Li gor daxuyaniya ku malpera fermî ya navenda ragihandina HSDê belav kiriye, di şer û pevçûnên duh roja şemiyê li herêma Efrînê navbera şervanên HSD û leşkerên Artêşa Tirkiyê de 2 helîkopterên Artêşa Tirkiyê xistine xwarê û 11 leşker jî hatine kuştin.

 

HSDê di daxuyaniyê de diyar kiriye ku hêzên wan roja şemiyê 2 helîkopterên Artêşa Tirkiyê têk birine û dîmenên xistina helîkopterekê hatiye tomarkirin û Tirkiyê jî ev agahî piştrast kiriye.

 

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye eşkerekirin ku di encama têkiliya wan de ku bi fermandarên xwe agahî standine, di daxuyaniyên Tirkiyê de ku dibêjin 11 leşkerên wan di vê rojê de hatine kuştin, derketiye holê ku helîkoptera hatiya xistin a êrîşê ye.

 

HSDê diyar dike ku li aliyê din di heman eniyê de şervanan helîkoptereke Skorsî ya veguhestina leşkeran jî anîn xwarê. Li gor daxuyaniyê “di wê helîkopterê de jî 9 leşkerên Tirkiyê hebûne û hemû hatine kuştin û herwiha bi vê yekê hejmara kuştiyên wan 11 leşker in weke saziyên çapemeniyê yên Tirkiyê ragihandin”.

 

Duh 10ê Sibata 2018an Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku helîkoptereke Tirkiyê hatiye xistin.

 

Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê di civîna partiya xwe de dema behsa operasyona Tirkiyê bo ser Efrînê dikir got: “Berî çend kêliyan helîkoptereke me hat xistin.”

 

Erdogan wiha axivîbû: “Ewê baca vê zêdetir bidin. Ev tişt hemû dê bibin, em di nav şerekî de ne. Dê zirara me jî hebe, lê zirarên ku em didin wan jî hene. Ji aliyê hejmarî ve me gelek depoyên mûşekan ji nav birin. Ev yek wan dîn dike. Bêguman dê bi awayekî girantir bedela vê yekê bidin. Helîkoptereke me dê biçe, lê ew dê qat bi qat bedela wê bidin.”

 

Piştre Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim jî ragihand ku di helîkoptera Tirkiyê ya li Efrînê hatiye xistin de 2 leşkeran canê xwe ji dest dane.

 

Binalî Yildirim derbarê ketîna helîkopterê de daxuyanî dabû û gotibû: “Ji du helîkopterên me yên ATAK ku li Efrînê wezîfe dikirin mixabin yek ket xwarê.”

 

Herwiha Serokerkaniya Tirkiyê jî duh bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku di çarçoveya êrişên bo ser Efrînê de 3 leşkerên Tirkiyê canê xwe ji dest dane û 5 leşker jî birîndar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst