Hewlêr (Rûdaw) – Taxên Kurdî yên bajarê Selmasê yê Rojhilatê bê xizmetguzarî ne û welatî û çalakvanên Kurd ji wê rewşê nerazî ne, lê belê berpirsên bajêr ku bi piranî ji netewa Azerî ne, guh nadin daxwaziyên kurdan.
Bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê ku ser bi parêzgeha Urmiyê ve ye û her du pêkhateyên Kurd û Azerî rûniştvanên wê pêk tînin. Tevî ku piraniya nifûsa Selmasê û derdora wê Kurd in, lê belê piraniya berpirsên wî bajarî Azerî ne, ku hikûmeta Îranê piştgirî dide wan.
Rayedarên Azerî yên bajarê Selmasê di xizmetkirina taxên bajêr de ciyawaziyê dikin û ji ber wê yekê taxên Kurdî yên Selmasî bê xizmetguzarî ne, ku ew yek bûye sedema gazindeyên welatiyên Kurd.
Li taxên Azerî yên bajêr cihê leyîstina zarokan bê girift in û cihên guncaw bo lîstikên zarokan hatine avakirin, lê belê li taxên Kurdî yên bajêr ne park hene û ne jî ji zarokan re cihên taybet bi lîstikên zarokan hatiye terxankirin, ji ber wê jî zarokên Kurd neçar in di nava kolanan û ser cadeyan hêviyên xwe bînin cih û lîstikên xwe li kolanan û cadeyan bikin.
Rûniştvanên Kurd ên Selmasê ji wê rewşa taxên Kurdî nerazî ne û dengê xwe yê nerazîbûnê bilind dikin, lê belê berpirsên Azerî yên bajêr guh nadin gilî û gazindeyên wan.
Xortekî Kurd ê ji Selmasê derbarê rewşa xizmetguzariyan li taxên Kurdî yên bajêr de dibêje: Li taxên weke Îslam Ava û taxên din ên Kurdî, cihekî taybet bi xwandina kitêban û kitêbxaneya giştî nîne, ku xelk û xwandevan bikarin sûdê jê werbigrin.
Herwiha Kurdên Selmasê ku li ser mezhebê Sunnî ne, pirsgirêka avakirina mizgevtan hene. Li Selmasê bi dehan miegevtên şîeyan ji bo welatiyên Azerî hatine avakirin, lê belê kurd ji bo avakirina mizgevtan de rastî pirsgirêkan tên.
Li Taxa Îslam Ava ya Selmasê kurdan bi gelek zehmetiyan karîne piştî çend salan mizgevtekê ava bikin, lê belê ew mizgevt bi tenê têra welatiyên Kurd ku Sunnî ne, nake.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse