VÎDEO - Ji bin Gola Wanê re ava vexwarinê bo girava Axtamarê hat veguhastin

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Avê ya bajarê Wanê bi rêya boriyekê ku di nava Gola Wanê re derbas dibe, av gihandiye girava Axtamar a di nava wê golê de. Berpirsên projeyê jî dibêjin, dirêjiya boriyê 3 hezar û 800 metr e (derdora 4 kîlometran).

 

Di çarçoveya wê projeyê de ji navçeya Westan a ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve hêleke boriyê ji bo veguhastina ava şîrîn bo girava Axtamarê, ku dikeve nav Gola Wanê, di jêr ava Gola Wanê re hatiye rakêşandin.

 

Serokê Şaredariya Navçeya Westanê, Sînan Hakan derbarê projeyê de dibêje, cîbicîkirina wê projeyê li girava Axtamarê ku yek ji cihên giring ê û bi nirxên Wanê ye, karekî nayab e.

 

Sînan Hakan dibêje: “Ji bo me projeyeke gelek cuwan û dilxweşker bû, di heman demê de ji bo Westanê jî projeyeke giring bû. Girava Axtamar yek ji cihên herî xweşik û balkêş ên Westanê ye, ew ava zelal û paqij a ji qonatara çiyayên Artos derdikeve , ji bo girava Axtamarê tê veguhastin.”

 

Tê çaverêkirin, ku îsal 150 hezar geştyar serdana girava Axtamar a Gola Wanê bikin, ku dê qazanceke gelek baş bigihîne sektora geştyariya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

 

Projeya veguhastina ava şîrîn bo girava Axtamarê di sala 2014ê de ketibû rojevê û armanc ji cîbicîkirina wê projeyê rizgarkirina girava Axtamarê ji hişkesaliyê û gihandina ava vexwarinê bi hin taxên Axtamarê bû, daku xelkê nîştecihê wan taxan ji girifta kêmaviyê rizgar bibin.