Li Mûsilê sergo tendirustiya gel dixe xetereyê

11-02-2017
RÛDAW
Nîşan Şerê_Mûsil Operasyon Sergo Mûsil
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) – Rojhilata Mûsilê ji destê DAIŞê hate rizgarkirin, lê niha jî kete bin tehdîda çopan. Bû 4 meh in çop li ser sergoyan zêde dibin û tendirustiya gel dixin bin xetereyê.


Operasyona rizgarkirina Mûsilê di 17ê Cotmeha 2016an de dest pê kiribû û piştî 3 mehan rojhilata Mûsilê, ji aliyê Pêşmerge û hêzên ewlehiya Iraqê ve hatibû rizgarkirin.


Ji ber şer û pevçûnên ku li dijî DAIŞê li kolanan dihate pêkanîn, li rojhilata Mûsilê gelek cih wêran bûne, ji ber vê yekê jî li bajêr çop bi awayekî birêkûpêk dihate berhevkirin.


Sergoyên çopan tendirustiya gel dixe xetereyê, bi taybetî jî ya zarokan.


Welatiyekî li ser vê mijarê axivî û diyar kir piştî ku artêşa Iraqê ketiye bajêr, şaredarî ti xizmetekê nekiriye û got: “Li her alî sergoyên qirase hene. Divê gel her roj çopên xwe biavêje, lê kesek nayê paqij nake.”


Hin peywirdarên paqijiyê, peywira paqijiyê girtine ser milên xwe.


Berpirsyarê Karûbarên Paqijiyê yê Şaredariya Mûsilê Sedir Ebdurrehman diyar kir, ji bo paqijkirina deverên rizgarkirî, dest bi xebatê kirine lê pêwîstiyên wan têr nakin ji ber vê yekê qasî ku dixwazin, nikarin bi ser bikevin.


Sedir Ebdurrehman ji bo ku  pirsgirêkan çareser bike, ji Hikmûmeta Bexdayê alîkarî xwestine û Ebdurrehman diyar dike ku jibo xebatê, pêwîstiya wan herî kêm  bi 100 kamyonan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst