Amed (Rûdaw) – Serokê Baroya Şirnexê Noşîrevan Elçî, Serokê Baroya Wanê Murad Tîmûr û Serokê Baroya Bajarê Sêrtê Nîzam Dîlek pêvajoya referandûma di binê rewşa awarte de nirxandin.
Li ser guhertina 18ê xalên destûra bingehîn a Tirkiyê biryar e 16ê Nîsana îsal referandûm bê encamdan.
Serokê Baroya Şirnexê Noşîrevan Elçî, derbarê referandûma 16ê Nîsanê de ji Rûdawê re axivî.
Noşîrevan Elçî, bi bîr xist ku par di dema qedexeya derketina kolanan de ji sedî 6-70ê Şirnex, Cizîr, Hezex û Silopiyê hatine wêrankirin û bi dehan hezar kes ji van navçeyan koçber bûne û ev kes dê nikaribin dengê xwe bidin û got: “Lewre piraniya van kesan niha li bajar û navçeyên cuda koçber in.”
Elçî, xwest hikûmet pêşî li vê binpêkirinê bigre û wan kesan bibe ser sandoqan da ku bi awayeke azad bikaribin dengê xwe bi kar bînin.
Serokê Baroya Wanê Murad Tîmûr jî bal kişand ku li Tirkiyeyê niha azadiya ramanê nemaye, kes nikare bi serbestî propagandaya hilbijartinê bike, akademîsyen tên girtin, mamoste ji kar têne avêtin û ger di vê rewşê de referandûm bê kirin, ev referandûm encam çi dibe bila bibe dê ne meşrû be û ne rewa be.
Serokê Baroya Bajarê Sêrtê Nîzam Dîlek, xwest hikûmet beriya referandûma 16ê Nîsanê, Rewşa Awarte rake û di rewşeke asayî de hilbijartinê pêk bîne. Serokê Baroya Sêrtê, da zanîn ger Rewşa Awarte neyê rakirin wê demê encamên hilbijartina referandûmê jî dê cihê nîqaşê be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse