Li Dêrsimê pevçûn: 3 leşkerên artêşa tirk birîndar bûn

11-02-2017
RÛDAW
Nîşan Operasyon Artêşa Tirk Gerîla PKK
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Li navçeya Pilemûriyê ya Dêrsimê li herêma Kizilmescitê di navbera leşkerên artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de pevçûn derket û di encamê de 3 leşkerên artêşa Tirkiyê birîndar bûn û gerîlayeke PKKê canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.


Li navçeya navçeya Pilemûriyê ya Dêrsimê 2 roj in operasyonên artêşa Tirkiyê berdem in û îro leşkerên Tirkiyê bi ser sitargehekê ya PKKê ve bûn ku têde 480 kîlogram amonyum nîtrat, cilûberg û kelûpelên xwarin û vexwarinê têde hebûn.


Li herêma navborî di encama operasyonên de 3 leşkerên Tirkiyê bi narincoka ku gerîlayê PKKê avêtî birîndar bûn.


Herwiha di pevçûnan de gerîlayekî PKKê canê xwe ji dest da û yek jî birîndar hatiye girtin.


Parêzgehê Dêrsimê Osman Kaymak li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê serdana leşkerên birîndar kir û got: “Operasyonên zivistanê berdewam in. Ji konteynerê terorîstek bi narincokê êrişê leşkerên me dike. Di encamê de 3 leşkerên me bi sevik birîndar dibin. Rewşa wan baş e. Yek terorîst hat hatiye kuştin û yek jî hatiye birîndarkirin ku li vir e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst