Koşa Spî: DAIŞ berpirsyar e ne Urdun

Navenda Nûçeyan- Obama û Koşa Spî nûçeya kuştina jina amerîkî ya bi navê Kayla Muyler ku dîl di destê DAIŞê de bû, piştrast kir, lê got, DAIŞ li hember kuştina wê berpirsyar e ne Urdun.


Kayla Muyler ya 26 salî ku di warê hawarçûnê de kar dikir, di tebaxa sala 2013 de li Sûriyê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat girtin.

Roja înê ya borî DAIŞê ragihandibû ku Kayla Muyler di encama bombebarana balafirên Urdunê de li Reqayê hat kuştin.


Serokê Amerîka Barack Obama ev nûçe piştrast kir û ragihand ku herçiqas dem dirêj be jî, Amerîka wê kujerên Kayla bigire û wan radestyê dadgehê bike.


Koşa Spî jî kuştina Kayla xiste stûyê DAÎŞê û got, DAIŞ li hember kuştina wê berpirsyare ne Urdun, ji ber Urdun di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de ew êriş pêk anîne û ti belgeyeke tine ye ku behsa kuştina xelkê sivîl di encama bombebaranê de bike.