Mesrûr Barzanî: Helwesta Bexdayê ya li hemberî Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Civîna Mesrûr Barzanî û Serokên Fraksiyonên Kurdistanî\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Civîna Mesrûr Barzanî û Serokên Fraksiyonên Kurdistanî\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Serokên Fraksyonên Kurdistanî Hewlêr Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Mesrûr Barzanî diyar kir ku danûstandina Bexdayê ya bi Herêma Kurdistanê re ne li gorî danûstandina statuya federaliyê ye û ew helwesta Bexdayê êdî nayê qebûlkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, wezîrên Kurd ên li Hikûmeta Federal a Îraqê û Serokên Fraksyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Îraqê îro civîneke awarte li dar xistin.

“Em wekheviyê û mafên xwe yên destûrî dixwazin”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kir û got:

“Dadgeha Federalî tenê di berjewendiya hikûmeta federal de biryar dane û ti carî biryareke di berjewendiya gelê Herêma Kurdistanê de nedaye.

Em wekheviyê û mafên xwe yên destûrî dixwazin. Divê em hemû hewlên xwe ji bo rastkirina van pirsgirêkan bidin.

Pêwendiya niha ya Bexdayê ya li gel Herêma Kurdistanê, ne peywendiya statuya federaliyê ye.

Bexda bi Herêma Kurdistanê re wekî parêzgehekê, heta jê biçûktir jî danûstandinê dike.

Em nikarin hemû pirsgirêkên xwe tenê bi mijara meaşan kurt bikin. Me gelek xalên din hene ku divê em li ser wan biaxivin.

Madeya 140 hîn nehatiye bicihkirin, pirsgirêka Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê çareser nebûye.

Pirsgirêka pêşmerge hîn wekî pêwîst çareser nebûye, pirsgirêka qerebûya qurbaniyên Enfal û qurbaniyên rejîma berê hemû ji bîr çûne.

Mixabin Bexdayê bi siyaseteke serkeftî kariye pirsgirêkên me biçûk bike. Me bi wê yekê mijûl dike ka gelo dê mehane meaşên gelê Kurdistanê were dayîn an na?!

Ma ew hemû tiştên din çi? 100 sal e Kurdistan qurbaniyê dide, ji bo meaşan bûye yan ji bo nasname, ax, niştiman, wekhevî û azadiyê bûye?!"

“Em dixwazin gelê Herêma Kurdistanê di sala 2025an de ji dilgiraniyê rizgar bibe”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê banga parastina berjewendiyên Herêma Kurdistanê kir û got:

“Li gorî min û hemû gelê Kurdistanê erkê we yê yekem parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê û parastina maf û heqên darayî yên gelê Herêma Kurdistanê ye.

Hûn girêdayî çi partiyê bin û di çi postê de bin, hûn nûnerên gelê Kurdistanê ne.

Ew helwestên ku Bexda li hemberî Herêma Kurdistanê dike, zordar û neadil in û nayên qebûlkirin; divê em vê pêwendiyê rast bikin.

Em dixwazin gelê Herêma Kurdistanê di sala 2025an de ji dilgiraniyê rizgar bibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst