Li Kerkûkê amareke metirsîdar: Rojane 3-4 kes bi penceşêrê dikevin

Hewlêr (Rûdaw)- Li Kerkûkê rojane 3 heta 4 kes bi penceşêrê dikevin û 4 heta 5 kes jî bi nexweşiyên xwînê dikevin.

Di nava 12 mehên sala borî de hezar û 904 kes çûne Navenda Xwîn û Penceşêrê ya Kerkûkê û navê xwe wekî nexweş tomar kirine.

Nûçegihanê Rûdawê yê Kerkûkê Herdî Mihemed li ser wan amarên metirsîdar raporek amade kir.

 Li Navenda Xwîn û Penceşêrê ya Kerkûkê qelebalixiyeke mezin heye û li gorî nexweşan, nikarin hemû dermanên xwe li wir peyda bikin.

“Derman gelekî biha ne”

Zêdan Xêda yê nexweş dibêje, "Derziyên kîmyayî gelekî baş in û li vir em dikarin wan peyda bikin.

Eger na em dê zû bimirana. Derman gelekî biha ne her yek 300 - 400 dolar e.”

Nexweşekî din ê bi navê Mistefa Husên got, "Ji sedî 90ê dermanan tune ne, em yên din hemûyan dikirin.

Ez 8-9 sal in nexweş im, rêjeya xwîna min dadikeve û kêm e, gurçikên min ne baş in û em hemû dermanan ji bazarê dikirin."

Li gorî amarên navendê, sala borî zêdetirî 28 hezar nexweş çûne navende.

Tevî zêdebûna hejmara nexweşan ji aliyê xizmetguzariyê ve rewş ji salên berê baştir e.

Her wiha heta niha jî derfeta wan nîne ku hin nexweşan jî tedawî bikin.

“Amûrên me yên kêm hene”

Dr. Derya Ehmed pisporê nexweşiyên penceşêrê ye.

Dr. Derya Ehmed behsa xizmetên nexweşxaneyê kir û wiha got:

"Pêwîstiya nexweşxaneya me bi amûrên tîşkê yên pêşketî heye, wekî sîtî skan, amûra renîn û amûra pêt skanê ku di nexweşxaneyên me de tune ne tenê li nexweşxaneyên sektora taybet hene.

Spas ji Xwedê re, amûra me ya sonar û tîşka heye lê pêdiviya me bi tiştên ji wan çêtir heye."

Wezareta Tenduristiyê ya Îraqê nêzîkî ji sedî 80ê derman û pêdiviyên nexweşiyên xwîn û penceşêrê li Kerkûkê dabîn dike.

Hatina nexweşan ji bajarên din zextê li ser tenduristiya Kerkûkê çêdike.

“Berê nexweşan dermanên xwe dikirî”

Birêvebirê Rêveberiya Tenduristiyê ya Kerkûkê Dr. Ercan Mihemed jî wiha got:

"Hin nexweş tên ku tomarkirî nînin lê tu neçarî dermanê bidî wî, ji ber ku nexweşê penceşêrê nabe bê derman be.

Tedbîrên wezaretê jî wiha ne, eger nexweş hat tu neçarî pê re pêwendiyê daynî, nabe tu red bikî.

Tevî van hemûyan jî rewş ji berê jî baştir e. Berê hemû nexweşan dermanên xwe dikirîn"

Ew avahiya ku niha navend lê hatiye vekirin, ji aliyê xêrxwazan ve hatiye avakirin.

Hîn ji pirsgirêkên serekî yên tenduristiya Kerkûkê nebûna avahiyeke minasib e ji bo vê nexweşiyê.

Ji ber vê yekê dixebitin da ku karên avakirina avahiya nû ya ji bo nexweşxaneya taybet a penceşêrê zû biqedin.