Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 2 kesan canê xwe ji desta da û 4 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Qoser û navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê otomobîlek ji rê derket û wergeriya.
Di qezayê de 5 kesên bi navê Şemsa Karagoza 53 salî, Selman Kilinçê 40 salî, D.K. (32 salî), N.K. (20 salî), G.K. (13 salî) û F.K. (13 salî) birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên tenduristiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên bajêr.
Tevî hewildanên bijîşkan Şemsê Karagoz û Selman Kilinç li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse