Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê wesayîta sondajê ya petrolê ya ku ji kontrolê derket û çepe bû, şofêr canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Li gorî nûçeya DHAyê, qeza êvarî li bajarokê Qesrikê yê navçeya Cizîrê ya Şirnexê çê bû.
Wesayîta sondajê ya Hasan diajot wergeriya.
Di encamê de Hasan A. û M.S. yê ku li cem wî rûniştibû birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD, cendirme û agirvemirandinê çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar piştî midaxeleya ewil veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Hasan A. tevî hemû mudaxeleyan canê xwe ji dest da.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse