Galîp Ensarîoglu ji ber hevpeyvîna bi Rûdawê re derbarê Fox TVyê de gilî tomar dike

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu derbarê Fox TVyê de gilî tomar dike.

Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu bi sedema ku "axaftinên wî yên di hevpeyvîna Rûdawê de hatine berovajîkirin" derbarê Fox TVyê de gilî tomar dike.

Galîp Ensarîoglu roja çarşemê li ser hesabê xwe yê tora civakî beşa Tirkî ya hevpeyvîna xwe ya bi Rûdawê re ya ku 8ê mehê li Amedê hatibû kirin belav kir û ragihand:

“Fox TVyê axaftinên min ên derbarê pêvajoyeke nû ya çareseriyê û hevdîtinên tifaqê di navbera AK Partî û DEM Partiyê de berovajî kirine.

Xwestiye hem zererê bide kesayetiya min û hem partiya me, ez dê derbarê vê yekê de sibe karên yasayî bidim destpêkirin.

Lewma dê ji vîdeoya li xwarê bê zanîn ku li ser mijarên pêwendîdar hevpeyvîna ku min daye û tiştên min gotine bi hemû zelaliya xwe li holê ne.”

Ensarîoglu di hevpeyvîna xwe ya Rûdawê de li ser pirsa “Gelo di navbera AK Partî û DEM Partiyê de tifaqek heye yan hûn dixwazin ku tifaqek hebe?” gotibû:

“Bi parlamenterên DEM Partiyê re dostaniya min heye, em rûdinin diaxivin. Berî demekê ez bi xwe jî bi berpirsên wan re rûniştim û em axivîn.

Me got em dikarin çi bikin, ji bo ku li Tirkiyeyê careke din rewş aram bibe, çi dikare bê kirin.

Em bi awayekî xwezayî van tiştan di nav hev de diaxivin lê ez nizanim bi navenda giştî ya partiyê re hevdîtineke wan a fermî heye yan na.

Ez jî ji derve hinek tiştan dibihîzim. Ez nabêjim bila HDP ji me hez bike, pesnê me bide û deng bide me. Ti carî jî nabe ji xwe, ev ne li gorî siyasetê ye. Bila HDP bi xwe be, nebe piştevanê kesên din.

Wan di hilbijartinên serokkomariyê de bê şert û merc piştgiriya CHPyê kir û li beramberî jî tiştek wernegirt.

Di hilbijartinên xwecihî yên pêştir de jî şaredariyên bajarên mezin ên Stenbol, Antalya, Edene û Mêrsînê bi saya HDPyê qezenc kirin.

Baş e, li hemberî çi wegirtin û ji bo çi ewqas piştgiriya wan dikin. Hûn dijmintiya partiyekê dikin ku pêvajoya aştiyê daye destpêkirin, gavên demokratîk avêtine, astengiyên li pêş zimanê Kurdî rakirine û guherînên yasayî kirine.

Ji bo çareserkirin pirsa Kurd gelek tişt kirine û ewqas xizmeta gel kiriye lê li beramberî v3e eger derdê we mijara Kurd e, hûn diçin piştgiriya partiya ku sedeme hebûna pirsa Kurd e dikin. Xêr e, derdê we çi ye?”