Ciwanekî ji Rojhilatê Kurdistanê li Geverê şivantiyê dike

11-01-2024
RÛDAW
Ciwanekî ji Rojhilatê Kurdistanê li Geverê şivantiyê dike
Ciwanekî ji Rojhilatê Kurdistanê li Geverê şivantiyê dike
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Bakurê Kurdistanê Şivantî Gever
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanekî ji Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê li Gevera Bakurê Kurdistanê şivantiyê dike.

Ciwanekî ji gundê Gengeçînê yê bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber nebûna kar berê xwe daye navçeya Geverê ya parêzgeha Colemergê ya Bakurê Kurdistanê û şivantiyê dike.

Welatiyê ji Rojhilatê Kurdistanê Emrah Welîzade got:

“Ez rojê 3 caran êm didime pez lê Îranê 5 caran didin. Di nava wan 2 danan de em ji xwe re bêhna xwe berdidin.”

Ew berî ku berê xwe bide Geverê nêzîkî 10 salan li bajarê xwe rêncberî jî kiriye lê dibêje karê wê derê gelekî zehmet bû.

"Mayîna min li ser xwediyê pez e"

Welatiyê ji Rojhilata Kurdistanê Emrah Welîzade herwiha anî ziman:

“Mayîna min li ser xwediyê pez e, ji bo xwarin, vexwarin û xweşuştinê jî ez diçim nav gund.

Di odeya min de jî înternet, televîzyon, semawer û sobe hene. Ez bi înternetê jî bi zarokên xwe re xeber didim.”

Navçeya Geverê li ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ye û piraniya niştecihên bajarên ku nêzîkî sînor in ji bo kar û xebatê tên Geverê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst