Saziya Keşnasiyê ji bo 8 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berfê da

11-01-2024
RÛDAW
Nîşan Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Erzirom, Agirî, Mûş, Sêrt, Bêdlîs, Colemêrg û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê berfeke zêde dibare.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 8 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berfa zêde û ji bo hinek bajaran jî hişyariya barana gur da.

Li gorî Saziya Keşnasiyê îro li parêzgehaên Wan, Erzirom, Agirî, Mûş, Sêrt, Bêdlîs, Colemêrg û Şirnexê berf dibare.

Li gorî pêşbîniyan, berf dê heta roja êvara yekşemê berdewam bike.

Herwiha li parêzgehên Amed, Riha, Mêrdîn û Dîlokê jî barana gur dibare.

Ji ber berfê li gelek bajaran pirsgirêkên çûnûhatinê çêbûn û tîmên paqijkirina rêyan jî xebatên xwe berdewam dikin.

Saziya Keşnasiyê ji welatiyan daxwaz kir, ji bo îhtimala rabûna lehiyê û pirsgirêkên çûnûhatinê tedbîrên pêwîst wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst