Li Zapê şer: Leşkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser kuştin û birîndarkirina leşkerên xwe daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, li nav axa Başûrê Kurdistanê, di navbera leşkerên Tirkiye û gerîlayên PKKyê de pevçûn derket.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê diyar kir ku di wê pevçûnê de Çawîşê Pispor ê Peyade Samet Aslan hatiye kuştin û leşkerekî din jî birîndar bûye.

Li gorî daxuyaniyê leşkerê birîndar sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.