Li Mûşê 6 kes ji ber firotina zêrên sexte hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, 6 kes bi gumana firotina zêrên sexte hatin desteserkirin.

Parêzgariya Mûşê ragihand ku hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina çend kesên ku duh zêrên sexte firotine zêringirekî,  operasyonek da destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya parêgariyê, hêzên ewlehiyê di çarçoveya operasyonê de bi ser çend navnîşanan de girtin û 6 kes bi gumana firotina zêrên sexte desteser kirin.

Di lêgerînên li wan navnîşanan de, dest bi ser 78 hezar û 745 lîre pere û 5 zincîrên sexte yên zêr de jî hat girtin.

Hêzên ewlehiyê her 6 gumanbar piştî karûbarên îfadeyê birin dadgehê.

Ew bi mercê kontrola dadî hatin berdan.