Hevserokên berê yên Şaredariya Colemêrgê hatin berdan

11-01-2024
RÛDAW
Nîşan Hevserokên berê yên Colemêrgê Dilek Hatipoglu Nurullah Çiftçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên berê yên Şaredariya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê Dîlek Hatîpoglu û Nurullah Çîftçî piştî 10 salan ji girtîgehê hatin berdan.

Hevserokên berê yên Şaredariya Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu û Nurullah Çîftçî di 14ê Tebaxa 2015an de bi hinceta ku beşdarî daxûyaniya rêveberiya xweser bûne hatibûn desteserkirin.

23yê Tebaxa heman salê bi biryara dadgehê hatibûn girtin.

Her du hevserok îro piştî nêzîkî 10 salan hatin berdan.

2emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê di 25ê Adara 2016an de jî bi îdîaya “Têkbirina yekîtiya dewletê” 15 sal cezayê girtîgehê dabû Hatîpoglu û Çîftçî.

Lê piştre 16emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind hevserok jî di nav de cezayê derbarê 8 kesan de hilweşand û rêya ji nû ve darizandinê vekir.

Di darizandina duyemîn de 26ê Kanûna Paşîna 2018an jî ji bo her hevserokekî 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatibû dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst