Dijeterora Kurdistanê: Droneka bombekirî li Balafirgeha Hewlêrê hat xistin

11-01-2024
RÛDAW
Nîşan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Dron Êriş Dijeterora Kurdistanê Berxwedana Îslamî ya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dije Terora Kurdistanê ragihand ku droneke ku dixwest êrişî Balafirgeha Hewlêrê bike hat xistin.

Droneka bombekirî li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat xistin.

Dije Terora Kurdistanê jî derbarê xistina droneyê de daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê milîsên neyasayî xwest bi droneke bombebarkirî êrişî baregeha leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ya li balagirgehê bike.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Îro demjimêr 18:50î, droneke milîsên neyasayî ku baregeha Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê kiribû armanc, hat xistin.”

Duh jî droneka bombekirî li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hatibû xistin.

Rêxistina bi navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê li ser êrişa dronî daxunî dabû ew êriş lixwe girtibû.

Êrişên grûpa çekdar a Şîe ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” bi nav dike, piştî êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê, li ser baregehên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Îraq, Sûriye, Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst