Li Semsûrê 3 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin

11-01-2024
RÛDAW
Nîşan Semsûr Operasyon PKK DBP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê 3 kes bi îdîaya endamtiya PKKyê hatin girtin.

Yek ji wan hevserokê berê yê rêxistina Semsûrê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) e.

Bi biryara Dozgeriya Komarê ya Semsûrê, 8ê Kanûna Paşîna 2024an di encama operasyonekê de li parêzgeha Semsûrê 3 kes hatin desteserkirin.

Piştî du rojan bi îdîaya endamtiya PKKyê dadgehê biryara girtinê da.

Di hinceta biryara dadgehê de hatiye gotin ku di salên borî de li bajêr beşdarî merasîmên endamên PKKyê bûne, ji bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan beşdarî greva birçîbûnê bûne û piştgirî dane çalakiyên ji bo Kobaniyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst