Li Wan û Bedlîsê rêyên 124 gundan ji ber berfê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê rêyên 124 gund û mezrayan ji ber berfê hatin girtin.

Berfa ku ji şeva borî ve li Wanê dibare li gund û navçeyên di çûn û hatinê de dibe sedema astengiyan û rê ji ber berf û pûkê tên girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê îro ragihand ku ji ber bandorên xirab ên keşûhewayê li parêzgehê rêyên 86 gund, mezra û taxan hatine girtin.

Şaredariya da zanîn ku tîmên pêwendidar jib o vekirina wan rêyan dest bi xebatan kirine.

Berpirsê Rêvebiriya Xizmetên Vegihastin û Rêyan a Îdareya Taybet a Bedlîsê Umit Kurtkan jî ragihand li parêzgehê rêyên 38 gundan hatine girtin.

Bi gotina  Umit Kurtkan tîm hewil didin wan rêyan careke din ji bo çûn û hatinê re vekin.

Bandorên neyînî yên keşûhewayê li Colemêrgê jî astegiyan di çûn û hatinê de çêdikin.

Li ser rêya Şemzînan-Geverê ji ber berf, pûk û mijê barhilgireke ku barê wê konteynir bû ji rê derket û dorseya wê di rê de ma.

Ji ber wê jî astengî di çûn û hatinê de çêbûn.

Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê ragihandibû ku dê li parêzgehên Wan, Erzirom, Agirî, Mûş, Sêrt, Bêdlîs, Colemêrg û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê berf bibare.

Heman saziyê herwiha bangî welatiyan kiribû ku derbarê bandorên neyînî yên keşûhewayê tedbîrên pêwîst wergirin.