Endamên malbateke Efrînî di Deryaya Egeyê de canê xwe ji dest da

11-01-2024
RÛDAW
Nîşan Malbata Efrînî Tirkiye Yûnanistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamên malbateke Efrînî ku ji sê kesan pêk dihat di Deryaya Egeyê de canê xwe ji dest da.

Rûdawê duh eşkere kir ku malbata Kurd ku ji bav, hevjîn û kurê wan pêk dihat, evw6 roj bûn di navbera Tirkiyeyê û Yûnaistanê de wenda bûne.

Îro eşkere bû ku belema wan bin av bûye û Lûeyî Xebat Mele, hevjîna wî Evîn û kurê wan Xebat her di Deryaya Egeyê de xeniqîne.

Mamû Evînê ji Rûdawê re got ku ew ji bajarê Îzmîrê çûne Grava Rodosê ya Yûnanistanê.

Ji Rojavayê Kurdistanê her sal bi hezaran kes ser bi Tirkiye re derbasî Ewropa dibin.

Krîza Sûriyeyê û aloziyên 13 salên borî ji ber şer, pevçûn, hejarî, bêkarî û zehmetiyan, bandoreke mezin li ser xelkê kiriye, di nav de jî ciwanên koçber bûne.

Xelk çima koçber dibe?

- Nebûna aramî û ewlehiyê.

- Zêdebûna gef û êrişên Tirkiyeyê yên li dijî wan navçeyan, xelkê sivîl bêhtir dibine qurbanî.

- Krîzên aborî, herwiha kêmbûna xizmteguzarî, sotemenî, nan, derman û pêdiviyên sereke yên jiyana rojane ya xelkê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst