HUDA PAR dê li bajaran piştgiriya Hevpeymaniya Cumhur bike

11-01-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan HUDA PAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Doza Azad (HUDAPAR) Zekeriya Yapicioglu ragihand ku ew dê di hilbijartinên xwecihî de li bajarên Stenbol, Enqere û Îzmirê piştgiriya Hevpeymaniya Cumhur bikin.

HUDA PARê li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bernameyek li dar xist û hinek berbijêrên xwe yên bajarên Bakurê Kurdistanê dan nasîn.

Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu diyar kir ku di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de li Stenbol, Enqere û Îzmirê deng didin berbijêrên Hevpeymaniya Cumhur.

Zekiriya Yapicioglu da zanîn ku li bajarên din jî bi partî û logoya dê xwe beşdarî hilbijartinên şaredariyan dibin.

Serokê HUDA PARê wiha got:

“Me li Rihayê yekemîn bernameya danasîna berbijêrên xwe li dar xist. Me li gel berbijêrên şaredariyên bajarê mezin ên Riha û Amed 7 berbijêrên xwe da nasandin.

Em dê li Stenbol, Enqere û Îzmirê piştgiriya berbijêrên şaredariya bajarê mezin ên Hevpeymaniya Cumhur bikin.

Li bajar û navçeyên din jî nêrîna me ew e ku, em bi berbijêrên xwe beşdar bibin.

Dînamik, şert û taybetmendiyên hilbijartinên xwecihî cuda ne û li gorî wê bi partiyan re tifaqên xwecihî têne kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst