Gulser Ozbay piştî 31 salan hat berdan

11-01-2024
RÛDAW
Nîşan Gulser Ozbay Girtî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Girtiya Kurd a siyasî Gulser Ozbay piştî ku 31 salan girtî ma ji Girtîgeha Jinan a Şakranê hat berdan.

Li gorî nûçeya MAyê, Gulser Ozbaya (63) ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê dihat girtin, piştî 31 sal û 6 mehan hat berdan.

Ozbay, 12ê Tîrmeha 1992yan li Agiriya Bakurê Kurdistanê hat girtin.

Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Qeyseriyê bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparçeyiya dewletê” cezayê hetahetayê li Ozbayê birî.

Ozbay, di pêvajoya 31 salan de li gorî rêzê li girtîgehên Agirî, Nevşehîr, Erzirom, Mîdyad û Bayburtê ma.

5 salên dawiyê jî li Girtîgeha Şakranê dihat girtin.

Ozbay, piştî ku 31 sal cezayê xwe temam kir derket û li ber girtîgehê bal kişand ser zextên li girtîgehê û peyama berxwedanê da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst