AGIRÎ - Li deriyê sînorî 123 hezar hebên hişbir hatin girtin

11-01-2024
RÛDAW
Nîşan Agirî Madeyên Hişbir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deriyê Sînorî yê Gurbulakê yê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de, di barhilgirekê de 123 hezar û 800 hebên hişbir û dermanên qaçax hatin girtin.

Li navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li ser gumanê, barhilgireke ku ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê dibû, di amûra pişkînînê X-rayê re derbas kir.

Di encama pişkinîna X-rayê de di nav 2 tekerên barhilgirê de 123 hezar û 800 hebên madeyên hişbir, 4 hezar û 705 dermanê bijîşkî, 340 ava îsotonîk, 5 derziyên nexweşiya şekir û hezar û 414 qutiyên dermanan ên vala hatin girtin.

Şofêr A.O. ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst