Nûnerê Amerîka bo Rojavayê Kurdistanê bi ENKS û Rêveberiya Xweser re civiya

11-01-2023
RÛDAW
Wêne: Rêveberiya Xweser
Wêne: Rêveberiya Xweser
Nîşan Rêveberiya Xweser ENKS Nicolas Grainger Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicolas Granger îro Çarşemê bi rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) re civiya.

Îro demijmêr 2ê piştî nîvro nûnerê Amerîkî serdana ofîsa ENKSê ya li Qamişlo kir, bi Desteya Serokatiya wê re civiya.

Endamê Desteya Serokatya ENKSê Silêman Oso ji Rûdawê re got, di civînê de wan behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê û gefên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, nêzîkbûna Hikûmetên Sûriyê û Tirkiyê kirine.

Silêman Oso got ku nûnerê Amerîka tekez kiriye ku ew li dijî derbasbûna bejahî ya Tirkiyê ne.

Piştî civîna bi ENKSê re, Nûnerê Amerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicolas Granger serdana Ofîsa Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir û li gel Hevserokê wê Bedran Çiya Kurd û Cîgirê wî Fener Giêt re civiya.

Di civînê de rewşa Sûriyê bi giştî û nêzîkbûna Tirkiyê û Sûriyê, gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞê, û berdewamiya girtina deriyê Til Koçer yê sînorî hatin gotûbêjkirin.

Rêveberiya Xweser di derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku her du aliyan geşedanên dawî, bi taybetî jî normalîzekirina potansiyela Sûriye-Tirkiyê bi navbeynkariya Rûsyayê gotûbêj kirin û got “Piştî hemû tiştên ku Tirkiyê ji şer, dagirkerî û terorê kir, herdu aliyan tekez kirin ku nêzîkbûn ne di berjewendiya Sûriyê de ye.”

Di civînê de her wiha gefên Tirkiyê yên derbarê destpêkirina êrîşeke din li ser Bakurê Sûriyê hatin gotûbêjkirin, ku dibe sedema karesateke mirovî ya nû ku bi kuştin û koçberkirina sivîlan re rû bi rû bimîne û ev yek li dijî îradeya Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîka ye ji bo parastina aştî û ewlehiyê li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê. Ev gef di demekê de tên ku li herêmê çalakiyên DAIŞê zêde bûne.

Li gorî daxuyaniyê her du aliyan herwiha li ser mîkanîzma gihandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê, û "siyasetkirina rêjîma Sûriyê li ser alîkariyên ku ji gelê Sûriyê re pêşkêş dikin, bi jinavbirina beşên taybet ji erdnîgariya Sûriyê" gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her du aliyan diyar kirine ku berdewamiya girtina deriyê sînorî yê Til Koçer ku bakurê rojhilatê Sûriyê bi Iraqê ve girêdide, şert û mercên mirovî û aborî girantir dike û gotin ku ev yek ji bo bi milyonan xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê neheqî ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst