Egitim Bir Senê xwest dema serlêdana dersên bijarte were dirêjkirin

11-01-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Bêyî şandina nivîsên fermî pêvajoya dersên bijarte dest pê kir
Bêyî şandina nivîsên fermî pêvajoya dersên bijarte dest pê kir
Nîşan Dersa Kurdî Zimanê Kurdî Egitim Bir Sen Dersa Kurdî Hilbijêre
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê îsal bêyî ku nivîsên fermî bişîne dibistanan di 3ê Çileyê de pêvajoya dersên bijarte da destpêkirin. Sendîkaya Mamosteyan a nêzî hikûmetê Egîtîm Bîr Sen 10 roj piştre bi vê pêvajoyê hesiya. Ji ber vê yekê jî bang li wezaretê kir ku dema serlêdana dersên bijarte dirêj bike. Hereketa Ziman Hezkurdê jî li gelek bajaran dest bi kampanyaya hilbijartina dersên kurdî kir.

Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) kampanyaya hilbijartina dersên bijarte yên kurdî da destpêkirin.

HezKurd dixwaze îsal bi sedan hezar belavokên agahdarkirina dersên bijarte belav bike. Ji bo vê yekê jî 300 endamên wê ji bo meşandina kampanyaya ziman li bajarên kurdan amade ne. Li bajarên Kurdan serkêşiya vê xebatê Berdevkê HezKurdê Barij Celalî dike.

Berdevkê HezKurdê Barij Celalî got: “Armanca me ew e ku îsal ev kampanya berfirehtir bibe û xebateke zêdetir bikin. Xwebexşên me hene, ew malbat bi malbat digerin. Ji bilî wî em li bazarê xebatên xwe dikin, bi taybetî jî di nava dayikan de.”

Ji ber ku Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê îsal nivîseke fermî belav nekiriye, Sendîkaya Mamosteyan Egîtîm Bîr Sen 10 roj piştî destpêkirina serlêdanên dersên bijarte bi vê pêvajoyê hesiyane. Ji ber vê yekê jî ew bang li wezaretê dikin ku vê pêvajoya serlêdanê 15 roj dirêjtir bikin.

Serokê Egîtîm Bîr Sena Amedê Remezan Tekdemîr got: “Em bang li wezaretê dikin; em dibêjin xelk bi dersa bijarte nehesiyaye. Wezaretê nivîsên fermî neşandine dibistanan. Em dixwazin wezaret vê dîroka dersên bijarte dirêj bike.”

Li kuçe û kolanan jî kes bi vê pêvajoyê nehesiyaye. Lê em mîkrofon dirêjî kîjan zarokî dikin dibêjin ew amade ne dersên kurdî hilbijêrin.

Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê par heftiyek beriya destpêkirina pêvajoya serlêdanên dersên bijarte hemû dibistan ji vê pêvajoyê agahdar kiribû. Ji ber vê yekê jî gelek kes di cî de ji vê pêvajoyê hesiyabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst