Di nav qeşa û ava qerisî de govend girêdan

11-01-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Parêzgeha Wanê Sûlava Bêgirî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sûlava Bêgirê li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê cihekî xwezayî yê balkêş ê herêmê ye û dikare bibe cihekî geştyarî yê navdar, lewra çalakvanên Gola Wanê dixwazin vê xwezayê bidin naskirin daku di demsala zivistanê de jî geştyar zêdetir serdana herêmê bikin.

Çalakvanan govend gerand û bang li geştyaran kirin ku bên vê xweşikbûnê bibînin û demek xweş bijîn.

Sûlava Bêgirê ku di her çar demsalan geştyar serdana wê dikin, ava wê ji  bilindahiya 20 metre ji jor ve tê xwarê.

Erdogan Ozel, Serokê Komeleya Çalakvanên Gola Wanê ragihand, “Em wek grupeke 60 kesî hatin vê derê. Kesên ku ji Erdîş, Xelat, Tatwanê û navenda Wanê jî beşdarbûn hene. Me dîmen û wêne girtin. Sala borî jî em hatibûn, îsal bû cara dûyemîn. Em dixwazin vê serdanê bikin wek kevneşopiyekê”

Ji ber hewaya sar û seqemê beşekî Sûlava Bêgirê qerisiye, lê vê yekê çalakvan asteng nekir û beşek ji çalakvanan ketin nav ava sar û avjenî kirin û wêneyên xwe û yên derdorê girtin.

Mehmet Tatlî, Endamê Komeleya Çalakvanên Gola Wanê dibêje, “Em wek çalakvanên Gola Wanê ligel hevalên xwe hatin Sûlava Bêgirê. Me wêneyên xweşik girtin û em ketin nav avê, me avjenî kir. Bi rastî xwezaya vê derê gelekî xweşik e.”

Çalakvanan piştî derbaskirina demeke xweş û bangawaziya geştyaran  peyamek belav kirin û daxwaz ji xelkê kirin ku bo Gola Wanê zelal bimîne ava wê qirêj nekin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst