Abdurahman Kurt: Serlêdana bo dersa bijarte ya Kurdî gelek girîng e

11-01-2022
Omer Sonmez
Abdurrahman Kurt dibêje Ji bo serlêdana dersa Kurdî astengî tune ye
Abdurrahman Kurt dibêje Ji bo serlêdana dersa Kurdî astengî tune ye
Nîşan Dersa Bijarte Abdurrahman Kurt Dersa Kurdî Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê berê yê AK Partiyê û Endamê Lijneya Rêveber a Biryara Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt ragihand ku ji bo serlêdana dersa Kurdî astengî tune ye û got: “Serlêdana bo dersa bijarte ya Kurdî gelek girîng e.”

Parlamenterê berê yê AK Partiyê û Endamê Lijneya Rêveber a Biryara Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt ji bo balkişandina li ser rewşa zimanê Kurdî û hilbijartina wê dersê ji aliyê zarokên Kurd ve ji Rûdawê re axivî û bang li malbatên Kurd kir ku ji bo zarokên xwe ew serî li dersa bijarte ya Kurdî bidin.

Abdurrahman Kurt, da zanîn ku ji bo Kurdan serlêdana bo dersa bijarte ya Kurdî gelekî girîng e.

Kurt destnîşan kir ku ji bo ku di pêşerojê de bi temamî perwerdeya bi Kurdî bê dayîn divê Kurd xwedî li dersa bijarte ya Kurdî derkevin.

Li aliyê din Abdurrahman Kurt derbarê astengî û kêşeyên li pêşiya serlêdana dersa Kurdî û kêmbûna hejmara mamosteyên Kurdî de jî bersiva pirsa Rûdawê da û got, “Ez bi Waliyê Amedê û bi berpirsên Wezareta Perwerdeyê ra axivîm, ew ji min re gotin ji bo serlêdana dersa Kurdî astengî tune ye. Eger Kurd zêdetir serî li dersa bijarte bidin ew ê mamosteyên Kurdî zêdetir bên tayînkirin.”

Abdurrahman Kurt herwiha banga malbatên Kurt kir ku ji bo zarokên xwe dersa bijarta ya zimanê Kurdî hilbijêrin.

Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê rêziknameya ji bo dersen bijarte ji rêvebirîyên perwerdeya bajaran re şand û proseya dersen bijarte li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roja 3ê Çileya 2022an destpê kir.

Li gor rêziknameya wezaretê, xwendekarên dibistanên navendî yên polên 5-6-7 û 8an ji 3 heta 21ê Çile dikarin serî li rêveberiya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersên bijarte hilbijêrin.

Ji roja 3ê vê mehê ve malbatên xwendekaran dest bi tejîkirina formên xwendina bi zimanê bijarde li dibistanan kirine. Hinek dibistanan jî bi awayê online form xistine ber destê malbatên xwendekaran. Ji sala 2012an ve li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê, Zanîngeha Alparslan a Mûşê, Zanîngeha Çewlîgê û Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê beşên Ziman û Edebiyata Kurdî hatine vekirin û heta niha 1500 xwendekaran ew beş qedandine, lê ji vê hejmarê tenê 79 mamostayên zimanê Kurdî hatine damezrandin.

Li Bakurê Kurdistanê rêxistinên bi zimanê Kurdî re eleqedar dibin dibêjin, eger hejmara xwendekarên xwendina dersa bijarte ya Kurdî bi herdû zaravayên Kurmancî û Zazakî zêde be, Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê neçar dibe zêdetir mamostayên zimanê Kurdî dabimezrîne û bi vê jî derçûyên Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî wek mamostayên zimanê Kurdî tên damezrandin.

Li her dibistanekê ji bo vekirina polekî Kurdî wek pêwîst divê 10 xwendekar daxwaza dersa bijarte kiribin ku ew pol were vekirin ligel wê proseya serlêdana dersên bijarte ku ji 3ê Çile ve destpê kiriye û dê 21ê Çile bi dawî bibe.

Li gor amarên Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê, di sala xwendina 2015-2016an de, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 77 hezar û 931 xwendekaran dersa bijarte ya zimanê Kurdî hilbijartine. Ji vê hejmarê 71 hezar û 616 xwendekaran dersa zaravayê Kurmancî û 6 hezar û 315 xwendekaran jî dersa zaravayê Zazakî hilbijartine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst