Partiyên Opozîsyonê daxwaza perwerdeya bi zimanê dayîkê dikin

11-01-2022
RÛDAW
Tomarkirina zarokan li dersa bijarde ya Kurdî berdewam e
Tomarkirina zarokan li dersa bijarde ya Kurdî berdewam e
Nîşan Dersa Kurdî Zimanê Kurdî Dersa Bijarte Partiya DEVA CHP Partiya Pêşerojê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kampanya piştgirîkirina xwendina bi zimanê Kurdî li parêzgehên Bakurê Kurdistanê berdewam e. Piştî ku Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê dema 18 rojan da malbatên xwendekaran bo hilbijartina zimanê dersên bijarte, rêxistinên taybet bi warê perwerde û ziman, civaka sivîl, partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê, çalakvan û akademisyenan kampanya piştgirîkirina xwendina bi zimanê Kurdî dan destpêkirin.

Kampanyayê bi awayekî berfireh li se torên civakî bi filmê animation û hişyarkirina malbatên xwendekaran ka dê çawa forma online tejî bikin destpê kiriye. Partiyên opozisyona Tirkiyê wek CHP, DEVA û Partiya Pêşerojê jî bi heman awayî beşdar in û piştgiriya kampanyayê dikin.

Seroka Şaxa Rêxistina CHPê li Amedê Gonul Ozel got: “Dersa bijarte ne tenê bo zimanê Kurdî bi awayekî giştî bi xwestek û şiyana xwendekaran bi xwe ve girêdayî ye û nabe bi zorê bê kirin. Divê xwendekar wan dersan hilbijêre ku di warê civakî û bo siberoja xwe sûdê jê werdigre. Derbarê zimanê Kurdî de, xwendina bi vî zimanî dewlemendî ye û pêwîst e her xwendekarek fêrî zimanê dayîka xwe bibe. Loma nabe dibistan, ziman li ser zarok ferz bike, divê ev derfet bo malbatên xwendekaran bê dayîn û eger zarok bixwaze, belê bila bi zimanê dayîkê bixwîne, lê nabe malbatên xwendekaran vê li ser zarokên xwe ferz bikin, eger nexwaze.”

Serokê Şaxa Rêxistina Amedê ya Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) di wê baweriyê de ye ku desthilat di mijara xwendina bi zimanê Kurdî de ne ciddî ye û dibêje, eger ciddî bûya li parlamentoyê yasayek derdixist û di destûrê de bicîh dikir.

 Serokê Şaxa Rêxistina Amedê ya DEVA Cîhan Ulsen jî got: “Vekirî dibêjim dersa bijarte bo zimanê Kurdî ne wek pêwîst e, lê di van şert û mercên niha de bi baweriya min divê rewşê wek derfet bikar bînin. Eger ev wek derfet neyê bikaranîn, rewşa xwendina zimanê kurdî li zanîngehan û xwendina bi zimanê dayîkê dikeve jêr guşarê. Lewra divê bi dengekî bilind behsa vê mijarê bê kirin. Li gor me ev mijar îspat dike ku dewlet û desthilat di nêta xwe de ne ciddî ne, ji ber heta niha yasayeke taybet bo xwendina bi zimanê Kurdî nebirine parlamentoyê, herwiha divê di destûrê de jî bicîh bibe. Divê bingeheke yasayî ya girîng bo zimanê Kurdî hebe, daku di siberojê de modela xwendina bi zimanê Kurdî bibe beşek ji sîstema perwerde û fêrkirinê li Tirkiyê.”

Partiya Pêşerojê ya bi serokatiya Ahmet Davutoglu bi rêya Şaxa Rêxistinên Amedê tekez dike ku xwendina bi zimanê Kurdî mafekî xwezayî ye û bo wê dixebitin.

Serokê Şaxa Rêxistinên Amedê ya Partiya Pêşerojê Aydin Altaç jî got: “Divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Divê zarokên kurd li dibistanan bi zimanê xwe yê zikmakî kurdî perwerde bibin. Hem kurmancî hem jî zazakî zimanên kevnar in, zimanên gelên vê herêmê ne. Divê Komara Tirkiyeyê rê li ber hemwelatiyên xwe veke ku vî zimanî fêr bibin. Ne tenê bi dersek hilbijartî, ew ne tiştek mezin e. Ger zimanê Kurdî, Kurmancî, Zazakî bibe zimanê perwerdeyê, ev pirsgirêk ji holê radibe.”

Ew dema Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê bo dersa bijarte destnîşan kiriye, ji roja 3ê Çileya 2022ê ve destpê kiriye û roja 21ê heman mehê bi dawî dibe. Nêzîka du hezar derçûyên kolejên beşa ziman û edebiyata Kurdî hene, lê tenê 79 mamostayên zimanê Kurdî hatine damezrandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst