Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesut Tek ragihand ku hilbijartinên vê carê yên li Tirkiyê ji hilbijartinên berê girîngtir in û diyar kir ku ew li ser beşdarbûna hilbijartinê difikirin. Tek bal kişand ser girîngiya sereke ya dengên Kurdan di şert û mercên îro yên Tirkiyê de, pêşniyar kir ku partiyên Kurdistanî bi projeyeke hevpar beşdarî hilbijartinan bibin. Tek herwiha got ku di hilbijartinên Tirkiyê de Kurd niha bûne kilîla serkevtinê.
Serokê PSKê Mesut Tek ligel şandeke partiya li Herêma Kurdistanê ye û bi Serok Mesûd Barzanî û partiyên din re hevdîtin pêk anîn.
Mesut Tek ku bû mêvanê bultena Rûdawê ya bi pêkeşkiriya Hêvîdar Zana û behsa, armanca serdanê, hevdîtin, rewşa siyasî ya Tirkiyê, pêwendiyên partiyên kurdî û dersa bijarte ya zimanê kurdî kir.
Tek amaje bi wê yekê jî kir ku ji ber belavbûna vîrusa coronayê demeke dirêj nekarîn serdana Herêma Kurdistanê bikin û got, wan di vê proseyê de derfet dîtin û ji bo ku bi Serok Barzanî û aliyên din ên siyasî re hevdîtin bikin hatine Hewlêrê.
“Serok Barzanî tekezî li ser yekrêziya aliyên Kurdistanî kir”
Serokê PSKê Tek derbarê naveroka hevdîtina xwe ya bi Serok Barzanî re got, “Îro pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê, Rojava û Başûrê Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye. Di hevdîtina xwe de me nêrîna xwe ya di vê mijarê de ji Barzanî re ragihand. Herwiha wî jî bîr û boçûnên xwe ji me re got.”
Li ser pirsa “Behsa hilbijartinan û pozîsyona Partiyên Kurdistanî hate kirin?” wiha got: “Civîn bi taybetî li ser hilbijartinên pêşwext nebû. Li ser rewşa siyasî ya Tirkiyê bû. Di vê mijarê de me nêrîn û ramanên xwe parve kirin. Her wiha nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman. Lê wî tekezî li ser wê yekê kir ku yekrêziya di navbera partiyên kurdî de pêwîst e. Kilîla çareseriyê di yekîtiya me de ye. Beriya her tiştî bal kişand ser wê yekê ku divê hêz û helwesta me bibe yek.”
“Em weke 5 partiyên siyasî gihiştine astekê”
Tek bi bîr xist ku weke PSK du sal berê bi Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrata Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur), PÊLKURD û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TEVGER) re dest bi xebatên hevpar kirin û got, “Wê demê, belavbûna vîrusa coronayê zêde nebû. Beriya du salan me biryar da ku li Amedê bi partî, kesayet û hêzên din ên demokratîk re civîneke berfireh pêk bînin. Em xwest ku li wir hevkariya xwe ragihînin, lê pandemiyê pêşî lê girt. Lêbelê, danûstandinên me berdewam in. Me bi hin minesabetan daxuyaniyên hevpar dan û helwesteke hevpar diyar kir. Di van demên dawî de hevdîtinên me yên rû bi rû dîsa dest pê kirin. Weke 5 partiyên siyasî em gihiştine xalekê. Ev xal jî li ser xebata neteweyî ye tê. Lê divê rast bê gotin; di warê tevlîbûna hilbijartinan de hinek nakokiyên me hene. Em vê yekê jî normal dibînin. Ji ber ku em partiyên cuda ne û xwezayî ye ku nêrînên cuda hebin. Lê bi giştî em li ser pirsgirêka netewî ya Kurd û çareseriya wê di heman nêrînê de ne.”
“Dengên Kurdan girîngtir bûne”
Li ser pirsa "Hûn wek PSKê dê beşdarî hilbijartinan bibin?" jî Tek wiha bersiv da: “Eger pêşahteyeke mezin ne qewime, helwesta me ew e ku beşdarî hilbijartinan bibin. Kurd dê beşdarî hilbijartinan bibin. Ji ber ku ev hilbijartin dê ji hilbijartinên din cudatir be. Yekem, rewşa aborî ya Tirkiyê her ku diçe xerabtir dibe. Ya duyemîn jî, hikûmeta AK Partiyê û hevkarê wê MHP bi gelek pirsgirêkên civakî û heta bi krîzên kûr re rû bi rû ne. Krîza siyasî, krîza aborî wisa bûye ku vê hilbijartinê ji hilbijartinên din girîngtir û cudatir dike. Herwiha Tirkiyê ji aliyekî ve Başûrê Kurdistanê û Kurdistana Sûriyê dagir kiriye. Li Lîbyayê û li her devereke din ketiye rewşeke dijwar, ev jî ji bo Kurdan derfetek e.”
Tek bal kişand li ser girîngiya dengên Kurdan û got: “Sîstema 50+1 ku bi sîstema serokatiyê ya li Tirkiyeyê derket pêş, bû sedem ku dengên Kurdan girîngtir û bi nirxtir bibin. Di hilbijartinên berê yên şaredariyên Tirkiyê de me dît ku şaredariyên bajarên mezin ên wek Stenbol, Enqere û Edeneyê di destê AK Partiyê de bûn, lê ji ber ku kurdan piştgirî dan CHPê, ev şaredarî derbasî CHPê bûn. Ev jî nîşan dide ku kilîla serkeftina hemû partiyan di destê kurdan de ye. Rapirsiyên ku di nav gel de hatine kirin jî nîşan didin ku rêjeya dengên her du hevpeymanan (Cumhur û Millet) hema hema di heman astê de ye. Kurd ji kîjan alî ve mêl bikin bi ser dikeve. Ji ber vê yekê, pêşniyara me ev e: Divê Kurd li ser hin mijarên hevpar ên netewî, mafên bingehîn ên mirovan, azadiya raman û mafên demokratîk li hev bikin û bernameyeke hevpar pêşkêş bikin, kîjan partî van şertan qebûl bike, kurd ligel be baş e.”
"Me pêşniyarên xwe bi awayekî zelal ji CHPê re rave kir"
Tek li ser pirsa “gelo we di hevdîtina ya xwe ya bi CHPê re li ser vê mijarê nêrînên xwe anîne ziman?” jî wiha got: “Belê em li ser van mijaran axivî. Lê ya girîngtir, me vekirî ji CHPê re got ku; gotineke kurdan heye bi navê ‘sed rehmet li kefen dizê berê’. Jixwe ew dibêjin em tên ser desthilatdariyê. Me jî ji wan re got ku, bila rewş wisa l neye ku em bibêjin ‘sed rehmet li kefen dizê berê’. Me ragihand ku hin daxwazên me hene. Me got ev daxwaz mafên netewî, demokratîk û bingehîn in. Ev daxwaz çi ne? Naskirina nasname û zimanê kurdî, bikaranîna kurdî di perwerde û saziyên fermî de, azadkirina xebatên partî û saziyên bi navê Kurdistanê. Hin mafên hevpar ên mirovan û mafên demokratîk ên bi vî rengî hebûn û me ev yek anî ziman."
Serokê Giştî yê PSKê ku gotinên Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu yên di heyama dawîn de yên "Ez ji peyva Kurdistanê bêzar im" jî nirxand û got, "Me ji wan re ragihand ku em ji vê gotina Kiliçdaroglu bêzar bûne. Xwezî Kiliçdaroglu di nav gelê tirk de mijara Kurd û Kurdistanê bigota. Ev yek ji paradoksên siyaseta Tirkiyê ye. Dema tên Kurdistanê behsa kurdan dikin. Lê em xwe nas dikin, em daxwazên xwe dizanin. Ne hewce ye ku Davutoglu, Babacan, Kiliçdaroglu an jî Serokomar werin bi me re qala kurd û Kurdistanê bikin. Şert ew e ku herin li Qeyserî, Enqerê bibêjin. Bila li cihên ku fikra tirkîzmê bi tundî tê parastin besa Kurd û Kurdistanê bikin. Wê hingê tiştê ku hûn dibêjin dê nirxê xwe hebe.”
Tek, diyar kir ku wan ne tenê bi CHPê re bi gelek partiyên din re jî daxwaza hevdîtinê kiriye û wiha got: “Me daxwaza hevdîtinê ji Partiya DEVA, Partiya Pêşerojê û Partiya Saadetê jî kir. Em bi HDPê re axivîn. Ev projeya partiya me ye. Plana me heye ku em ne tenê partiyên siyasî, sendîka, sazî û komeleyên demokratîk, sazî û rêxistinên ku bandorê li siyaseta Tirkiyeyê dikin jî ziyaret bikin, nêrînên xwe ji wan re ragihînin û nêrîn û pêşniyarên wan bistînin. Me dest bi pêkanîna vê projeyê kir."
“Divê zimanê kurdî bibe yek ji armancên sereke yên her partiyê”
Tek di bersiva pirsekê de derbarê helwesta PSKê ya têkildarî perwerdeya kurdî de got: “Ji avabûna komara Tirkiyê û vir ve dewletê bi hemû hêza xwe hewl daye zimanê kurdî tune bike. Belê lawaz bûye, yên bi kurdî diaxivin kêm bûye, ev çewisandin tim berdewam kiriye, lê dîsa jî nekariye zimanê kurdî bi temamî ji holê rake û asîmîle bike. Lewma parastina zimanê kurdî, pêşvebirin û pêşxistina çanda kurdî divê yek ji armancên sereke yên partiyên siyasî yên Kurdistanê be.”
Tek bi bîr xist ku wan salên borî bi beşdariya PSKê li Amedê konferansa ziman li dar xistibû û got, “Di konferansê de komîsyon hatin avakirin. Di van komisyonan de li ser mijara ku ji bo zimanê kurdî di warê qedexe û qanûnî de çi bê kirin nîqaş kirin. Piştre jî rapora xwe pêşkêş kirin. Di konferansê de biryara avakirina Platforma Zimanê Kurdî hat dayîn. Niha 9 partiyên Kurdistanî di vê platformê de cih digirin. Lê em dizanin ku parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bi qasî siyasetê erkê rewşenbîr, zimanzan û civaka sivîl e. Şert û mercên wê demê pêwîstî bi avakirina vê platformê ji aliyê partiyên siyasî ve hebû. Lê me dizanibû ku ev ne bes e. Lingek wenda bû. Ev ling ji rewşenbîr, hunermend, nivîskar û rêxistinên sivîl pêk tê.”
"Yek ji astengên li pêşiya zimanê kurdî dewlet bi xwe ye"
Mesut Tek jî got: “Me plan dikir ku bi lidarxistina konferansên li welat û derveyî welat bangî pispor, sazî, hunermend û nivîskaran bikin, lê belaya coronayê rê neda vê yekê. Lê platforma Zimanê Kurdî heta îro xebatên xwe didomîne. Bi Tora Ziman û Çanda Kurdî re hevkarî kir û bi hev re kampanyayek da destpêkirin ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdeyê. Kampanyaya îmzeyan li dar xistin û di vê çarçoveyê de bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Bi HDP, Partiya DEVA û CHP re hevdîtin kirin. Platforma Zimanê Kurdî xebatên pir girîng û baş kirine. Li Riha, Êlih û Mêrdînê şaxên xwe vekirin. Niha jî plan dike ku li Wanê şaxekê veke. Di vê xalê de Platformê xebatên girîng pêk anîn, lê wekî hemû xebatên din em li vir jî rastî astengiyan tên. Yek ji van astengiyan dewlet bi xwe ye. Tenê daxuyaniya çapemeniyê asteng nekin, li Êlihê jî destûr nedan ku îmze bên komkirin. Ji ber ku hem hikûmet û hem jî rejîm pêşxistina ziman û çanda kurdî ji bo xwe xeter dibîne.”
“Divê kurd dersên ziman hilbêjirin”
Tek der barê dersa hilbijartî ya kurdî de jî bang li malbat û xwendekaran kir û got, “Hikûmeta AK Partiyê êdî bi awayekî xwe hişyar e. Dibêje ziman û ola xwe hilbijêre. Lê em dibînin ku tu astengî li pêşiya dersên olî nînin. Berovajî vê yekê dewlet jixwe teşwîqê zêdekirina dersên olî dike. Ew dersên ziman in ku tên astengkirin û astengkirin. Kesî li pêşiya olê asteng nekiriye. Jixwe di dibistan û qursan de bi serbestî tê fêrkirin. Lê Ehmedê Xanî li me heram e. Zimanê me qedexe ye û dersa bijarte ya kurdî wek bereket tê nîşandan û dibêjin yan dersa olî yan jî dersa ziman hilbijêrin. Na, divê kurd dersên ziman tercîh bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse