Ji bo 3 şaredar û 4 endamên HDPê heta 15 sal zîndan tê xwestin

Hewlêr (Rûdaw) - Doznameya ku derbarê 3 hevşaredarên berê  û 4 endamên encûmena şaredariya  HDPê yên Sêrtê ku li şûna wan qeyûm hatibûn damezrandin, li 2emîn Dadegeha Cezayên Giran a Sêrtê hat pesendkirin. Ew hevşeradar û endamên HDPê dê di çarçoveye wê doznameyê de bi tohmeta "endamtiya rêxistinê"  bi 7 heta 15 sal cezayên girtîgehê bên darizandin.

Doznameya ku ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Sêrtê ve derbarê Hevseroka berê ya Şaredariya Sêrtê Berîvan Helen Işik, Hevserokê Şaredariya Navçeya Misircê Baran Akgul, Hevserokê Şaredariya Navçeya Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û endamên Encûmena Şaredariyê Peymandara Turhan, Esmer Baran, Ozden Gulmez û Resul Kaçar hatibû amadekirin, li 2emîn Dadegeha Cezayên Giran a Sêrtê hat pesendkirin.

Di çarçoveya doznameyê de li dijî wan hevşaredar û endamên HDPê  yên Sêrtê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” doz hat vekirin û dê bi  7 sal heta 15 salan cezayê girtîgehê bên darizandin. 

Di doznameyê de hatiye îdiakirin ku beşek ji kesûkarên gerilayên ku di nav  Partiya Karkerên Kurdistanê canên xwe ji destdane li wan şaredariyan wek karmend hatine damezrandin. 

Hevseroka berê ya Parêzgeha Sêrtê û hevserokên şaredariyên navçeyên  Hawêl û Misircê di 15ê Gulana 2020ê de hatibûn destserkirin û bi mercê kontrola dadî hatibûn berdan. Piştre ew şaredar ji erkê xwe hatibûn dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatibûn damezrandin.