Yapicioglu: Kurdistan heye û divê nasnameya Kurd were naskirin

11-01-2022
RÛDAW
Yapicioglu dibêje divê pirsa Kurd bi rêyên yasayî bê çareserkirin
Yapicioglu dibêje divê pirsa Kurd bi rêyên yasayî bê çareserkirin
Nîşan Zekeriya Yapicioglu HUDA PAR Zimanê Kurdî Dersa Bijarte Dersa Kurdî Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu ragihand ku Kurdistan her hebûye û divê nasnameya Kurd were naskirin.

Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu ev çend roj e, ligel şandeke partiya xwe li Herêma Kurdistanê ye û ligel Serok Mesûd Barzanî hevdîtin pêk anîn û piştre jî ligel piraniya partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiyan.

Zekeriya Yapicioglu beşdarî bultena Rûdawê ya bi pêşkeşkariya Hêvîdar Zana bû û behsa hevdîtinên xwe û çend mijarên din ên di rojeva Kurdan de ye kir.

“Divê Kurdî bibe zimanê duyem ê perwerdeyê”

Derbarê pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê de, Zekeriya Yapicioglu amaje bi wê yekê kir ku divê di destûra bingehîn a Tirkiyê de guhertin çê bibin û got: “Minak îro di rojevê de pirsa zimanê Kurdî heye. Em dibêjin divê perwerdeya zimanê dayîkê ji hemû kesan re serbest be. Divê Kurdî jî bibe zimanê duyem ê perwerdehiyê. Divê ne tenê Kurdî weke dersa bijarte were dayîn, lê divê rê bê dayîn ku ew dersên din jî bi Kurdî were dayîn. Em vê dibêjin, lê astengiyên destûrî hene.”

“Bila nasnameya Kurd were naskirin”

Yapicioglu anî ziman ku divê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sistemên weke federalî, otonomî û serxwebûn û yên din hemû bi serbestî werin gotûbêjkirin û wiha pê de çû: “Em bixwe nabêjin bila ev sistem hebe, yan nebe, lê em dibêjin gelê me çi bibêje bila ew be. Ji ber ku Kurd jî damezrînerê vê dewletê ne, divê ev yek jî were pênasekirin û were gotin ku Kurd û Tirkan bi hev re ev komar ava kirine. Divê nasmeya Kurdan di destûrê de were naskirin.”

“Ev der Kurdistan e”

Têkildarî qedexekirina peyva “Kurdistanê” de jî Yapicioglu nerazîbûna xwe nîşan da û got: “Bêguman navê vê erdnîgariyê Kurdistan e, ev nav ne îro lê hatiye kirin, hezar salan berî jî navê ve derê Kurdistan bû, berî sedsaln jî û pênc sal berê jî Kurdistan bû. Berî 5-6 salan, Serokomarê Tirkiyê Erdogan li hemberî wan kesên ku navê Kurdistanê red kirin, wî bixwe li parlamentoya Tirkiyê,  ji wan re got ku ‘ew kesên dibêjin Kurdistan nîne, ka Kurdistan li ku derê ye, ew dîroka xwe nas nakin.’ Lê mixabin piştî têkçûna pêvajoya çareseriyê gav bi gav, peyva Kurdistan qedexe bû û kesên ev peyv bikaranîn hatin girtin. Eger wiha berdewam bike dibe ku sibê bibêjin Kurd jî nînin. Bedel çi dibe bila bibe, divê pêşî li vê yekê were girtin. Em dîsa dibêjin Kurdistan heye.”

“Em dixwazin peywendiyên xwe xurtir bikin”

Derbarê hevdîtina bi Serok Barzanî re de jî Yapicioglu eşkere kir ku daxwaza hevdîtina ji aliyê wan ve bûye û Serok Barzanî jî ew kirine mêvan û got: “Me bi giştî behsa siyaseta Tirkiye, Iraq û Kurdistanê kir. Me nêrînên xwe anî ziman, hinek pirsên cenabê Serok hebûn, me bersiva wan da û hinek pirsên me jî hebûn wî jî bersiva wan da. Em dixwazin peywendiyên me yên ligel birayên me yên li Başûr xurtir bibin û em di vê çarçoveyê de hatin.”

Yapicioglu da zanîn ligel PDK, YNK, Komeleya Dadgerî, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Bizutneweya Îslamî hevdîtin pêk anîn û serdana Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin û li wê derê jî ligel fraksiyonên partiyan civiyan.

“Em amade ne ji bo Herêma Kurdistanê tişta ji me bê bikin”

Li ser pirsa “Tu projeyên hevbeş hene li gel partiyên Başûrê Kurdistanê?” jî Yapicioglu got: “Bi rastî em dibêjin li Herêma Kurdistanê eger erkek bikeve li ser milê me, ji bo birayên xwe û tevahiya mirovahiyê eger qeweta me jê bigire, em amade ne pêk bînin. Lê em naxwazin xwe tevlî karên navxwe yên Kurdistanê bikin. Em vê derê jî weke mala xwe dibînin, em hatine serdana birayên xwe. Di gelek mijaran de danûstandin hatin kirin, lê ez niha naxwazim li vê derê behsa wan bikim.”

Serokê Giştî yê HUDA-PARê desnîşan kir ku eger heye li Tirkiyê hilbijartineke pêşwext were kirin û ew wek partî ji her egerê re amade ne û got: “Hilbijartin çi di demê xwe de û çi pêşwext bêne kirin, em amade ne ji wê re. Lê heta roja hilbijartinê diyar nebe, bi min nerast e ku em li ser tifaqan biryarê bidin.”

“Divê pirsa Kurd were çareserkirin”

Derbarê nasnameya partiya xwe de jî Yapicioglu wiha axivî: “Ez bixwe Kurd im û piraniya hevalên min jî Kurd in. 46 damezrînerên partiyê hene, ji wan 2 kes Tirk in û kesek Ereb jî heye. Ji 37 kesên serkirdetiya partiyê jî kesek Tirk û yek Ereb e, yên din hemû Kurd in. Em li Kurdistana Tirkiyê xwe yek partiyeke îsalmî bi nav dikin, lê pirsa Kurd ji me re pirsa herî girîng e. Ev pirs ne tenê girêdayî Kurdan e, divê umeta îslamê vê pirsê di nav de çareser bike. Madem dibêjin biratî divê wê li gor biratiyê çareser bikin ne tenê di gotinê de bimîne. Di biratiyê de hiqûq heye, tu ji xwe re çi dixwazî divê ji bo birayê xwe jî wê bixwazî. Kurd çi dixwazin; edalet û wekheviyê dixwazin.”

“Her netew bi zimanê xwe heye”

Li ser mijara dersa bijarta li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Zekeriya Yapicioglu tekez kir divê hemû kes li hemû zimanan xwedî derbikevin û got: “Kengê pêvajoya dersên bijarte destpê bike em bangawaziya gelê xwe dikin û em ji wan re dibêjin zimanê xwe ji bîr nekin û bila zarokên we dersa zimanê dayîkê hilbijêr in. Ez di wê baweriyê de me Kurdên li Tirkiyê tenê ji sedî 20 zimanê xwe bizanin. Her diçe Kurdî tê jibîkirin û eger pêşî li vê neyê girtin dibe ku piştî çend salên din kesên Kurdî bizanin rêjeya wan bibe ji sedî 5. Berî 100 salan Kurdan ji bilî Kurdî zimaneke din nedizanîn, lê îro mixabin gihişte wê astê ku ji sedî 20 Kurdî dizanin. Herkes bi zimanê xwe heye, eger ziman were ji birkirin netew jî dê were jibîrkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst