Zîndaniyekî 150 pirtûk xwendin û 2 pirtûk nivîsandin

Duhok (Rûdaw) - Ciwanekî Duhokî ku bi tawana kuştinê, 10 salan ceza xwariye û niha di zindana çaksaziya Duhokê de ye, li zindanê bûye nivîskar û 2 pirtûk jî nivîsandine û çap kirine.

Ew kesê girtî di girtîgehê de dest bi xwendina pirtûkan kiriye, heta niha 150 pirtûk xwendine, bûye nivîskar û 2 pirtûk jî çap kirine. Bi gotina wî ciwanî, beriya ew derbasî zindanê bibe, ti caran wî hewl nedabû ku pirtûkan rake û bixwîne û tekez dike ku piştî xwendina hewqas pirtûkan mejiyê wî hatiye guhertin.

Wî zîndaniyê han berî 5 salan ji ber hêrsbûneke demkurt kiryarek encam daye û ji ber wê yekê bi tawana hewldana kuştina kesekê 10 sal ceza li wî hatine birîn.

Zîndaniyê li Rêveberiya Çaksaziya Mezinan li Duhokê piştî xwendina 150 pirtûkan, wî bixwe du pirtûk nivîsandine û yek ji wan romanek civakî ye û yek jî gotinên navdaran e.

Zîndanî dibêje: “Pirtûkê wiha li min kir ku jiyana min gelek were guhertin. Ez rabûm min du pirtûk nivîsandin weke pêngavek ber bi ronahiyê ve. Zana jî dibêjin pêwîstiya civaka me gelek bi zanebûnê heye. Eger pêştir ez di van hizaran de bam, ez dê ji gelek pirsgirêkan dûr biketima.”

Li Çaksaziya Mezinan li Duhokê yekem car berhemên  girtiyan di nav çaksaziyê de çap kirin ku hejmara wan 10 pirtûk in û 6 ji wan werger û 4 jî girtiyan bi xwe nivîsandine.

Berpirsê Ragihandinê yê Çaksaziyê Îrfan Mihemed Emîn jî got: “Hizrek wisa li ba me çêbû ku em pirtûkên zîndaniyan çap bikin. Em lêgeriyan me dît ku di nav dadgehîkiriyan de kesên xwedî şiyan hene û karînê pirtûkan amade bikin û herwiha ji zimanên Erebî û Îngilîzî bo zimanê Kurdî wergerînin. Me dest bi projeya xwe kir û di wê çarçoveyê de 10 pirtûk hatin çapkirin.”

Pirtûkên hatine çapkirin bi piştevaniya pirtûkxaneyek taybet hatine çapkirin û weke testekê ne bo projeyên paşerojê di navbera wan û Rêveberiya Çaksaziya Mezinan li Duhokê de ye.

Xwediyê pirtûkxaneyên Sefer Eyûn jî got: “Çapkirina pirtûkan em pê re eleqeder bûn û me dît ku komek berheman li ba zindaniyan hebûye û em xwedî li wan derketin.”

Li nav Çaksaziya Mezinan a li Duhokê, ji bo fêrkirina girtiyan kursên cuda cuda têne vekirin.