Li dibistaneke Kobanî soba teqiya: Mirî û birînda hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li dibistana Çelepiyê ya bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê soba teqiya û di encamê de 4 xwendekar birîndar bûn, yekê jî jiyana xwe ji dest da.

Li dibistana Çelepiyê ya li bajarê Kobanî ji ber sedemek nayê zanîn soba teqiya.

Di encama teqînê de  4 xwendekar birîndar bûn, yekê  jî ji ber ku şewata bedena wê giran bû, jiyana xwe ji dest da.

Keça ku şewitî û jiyana xwe ji dest da hat zanîn ku navê wê Şêrîn Mehmûd bû, xelka gundekî Kobanî bû, 15 salî bû.

Ji ber ku ambulans û pêdawîstiyên tendurustî li Çelebî tunebûn, birîndar birin Kobanî, ji wir birin Reqa, Minbic û Helebê.

Jêderekê ji malbata Şêrînê ji Rûdawê re got, ji ber ku li ser rêya Helebê, seytereyên hikûmeta Sûriyê astengî derxistin, keçik dereng gihişte nexweşxaneya Helebê, jiyana xwe ji dest da.

Tê çaverêkirin ku îro termê bibin Kobanî, nêkîkî 70 km başûr-rojhilatê Kobanî, li ser rêya Rodko ye.