Amed (Rûdaw) – Cîhê qebra yekem nivîskarê pirtûka xwarinên kurdî ya Şêx Mihyedînê Hênî ji alîyê lêkolînêr û niviskar Mele Birhanê Tarînî ve hate keşifkirin. Şêx Mihyedînê Hênî yekem nivîskarê sîmatnameya ango pirtûka xwarinên kurdî ye ku tê texmînkirin 150 sal berî niha ew pirtûk nivîsandiye, lê ne dihat zanîn ku qebra vî nivîskarê edebiyata klasîk a kurdî li kuderê ye.
Wêjekarê edebiyata klasik ya kurdî û mutasavvıf Şêx Mihyedînê Hênî yekem nivîskarê kurd e ku ewil car ewî bi navê "Beyana Xwarinan û Zewqên Wan" sîmatnameyek kurdî ango pirtûkek li ser xwarinên kurdan nivîsîye lê heta niha nedihat zanîn ku qebra wî li kêderê ye.Piştî lêkolîn û legerînek dûr û dîrej cîhê qebra Şêx Mihyedînê Hênî di nav qebristana navçeya Hênî ya bi ser Amedê ve ye hate dîtin.
Lêkoler û nivîskar Mele Birhanê Tarînî ewil car vî sîmatnameya kurdî di sala 2015an de latînîze kir û çap kir û pişt re jî li pey qebra wî gerîya ku cîhê wî tesbît bike. Piştî 5 salan qebra Şêx Mihyedînê Hênî di nav goristana navçeya Hênî de li ber qebra bavê wî ji alîyê Mele Birhanê Tarînî ve hate tesbît kirin.Lê hêjî qebra gelek şareza û rewşenbîrên kurd nayê zanîn ku li kuderê ne,aqûbet li serê wan veşarîyên meyên din be.
Derbarê vê yekê de lêkoler û nivîskar Mele Birhanê Tarînî ji Rûdawê re got: “Seydayê Şêx Mihyedînê Hênî,mexlesa wî Saî ye, lawê Şêx Ehmedê Karazî ye, Şêx Ehmed jî xelîfeyê şêx Mihemedê Hênî ye ew jî xelîfeyê mewlana Xalidê şehrezorî ye. Ev zatê hanê ji wî silsileya terîqetê ya nexşîbendîyê tê û wî mîrateyek giran biha ji me Kurdan re hîştiye.Cîhê qebra vî zatê nedihat zanîn. Ne malbata wî, ne rayedara û ne jî dîrokzana nizanibûn ku qebra wî li kêderê ye û haya wan jê tune bû, lê me keşif kir. Berhemên wî yek di destên me de ye. Herwiha du berhemên jî windane ku heta niha li ber destên me neketîye.Yek ji wan berhemên wî yên winda 'Dîwana Wenda' ya duyem jî berhama wî ya di derheqê eşîrên Kurdan e.”
Pirtûka Şêx Mihyedînê Hênî ya ku tê de xwarinên Kurdan bi 186 beytan tên pênasekirin ji alîyê Mele Birhanê Tarînî ve hatibû latînîzekirin û ji weşanxaneyek kurdî di 2015an de hatibû çapkirin. Di pirtûkê de behsa zêdetirî 130 cûre xwarinên Kurdan ên 150 sal beriya niha tên kirin.
Mele Birhanê Tarînî herwiha got: “Min dest xeta wî jî min cara ewil di pirtûkxaneya axtepeyiyan de dît. Herwiha Seyda ne tenê behsa şiklê xwarinên Kurdan dike.Ew behsa şiklê çêkirina xwarinan,cûreyên wan, çi bi çi tê xwarin. Xwarinên zivistanê,yên havînê,di taştê de di firavînê de bi hawî xwarin tên xwarin, herwiha xwarinên zengînan yên feqîra çi ye ew tev de kiriye mijar.Mesele yek ji wan penêrê qerejdaxê û nanê genim,di gel zebeşên çem benîmdir benîm''.
Keşfa cîhê qebra wêjekarê serdema edebiyata klasîk a kurdî Şêx Mihyedînê Hênî ji alîyên Kurdan ve jî bi kêfxweşî hate pêşwazî kirin.
Welatî Murat Karademir jî got: “Bi dîtina qebra wî em pir kêfxweş bûn. Kêfa me jê re hat. Kesê ku cîhê qebrê keşif kir xwedê jê razî be. Xizmeta wî jî daîm be. Mala şêx Ehmed di nav qûbbê de yê wî jî di qebrek biçûk de ye kesî nidizanî bû qebra wî li vir e jî.”
Xwendekar Reşît Yildirim jî dibêje: “Dilê me jî hinek bi êş e, ji ber ku qebra wî di vî haletê de ye. Hêvî dikim ku rayedar, berpirsiyar û komele yên ku werin vê derê, xwedî li vê mîrateya çanda Kurdî derbikevin.”
Di berhema Şêx Mihyedînê Hênî ya bi navê Beyana Xwarinan û Zewqên Wan a ku ji 186 beytan pêk tê de cureyên xwarinên Kurdî di 20 sernavî de yek bi yek bi şêweyek helbestî hatine nivîsîn û gîhîştine roja îro. Bi dîtina cîhê qebra vî nivîskarê kurd jî berhem û bermahîyek giran biha ya ji dîroka kurdan ji mirinê azad bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse