Di sala 2020an de 197 hezar kes serdana Girê Mirazan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Girê Mirazan (Gobeklîtepe) yê li Rihayê ku bi dîroka xwe ya 12 hezar salî wek "xala sifirê ya dîrokê" tê binavkirin û di nav Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê de ye, tevî ku di dema pandemiya coronayê de 3 mehan girtî bû, lê di sala 2020an de 197 hezar kesan serdana wê şûnwarê dîrokî kirine.

Girê Mirazan ku li gundê Xirabreşkê ya ser bi Riha ya Bakurê Kurdistanê ve ye, ji roja ku hatiye keşfkirin, her sal bi hezaran geştyarên herêmî û biyanî serdanê dikin.

Ji ber xebatên sergirtinê, di sala 2018an de beşeke Girê Mirazan hatibû girtin. Wê demê nêzikî 70 hezar kes serdana beşa ku serê hatibû girtin kirin. Sala 2019 wek  “Sala Girê Mirazan” hat îlan kirin li ser vê yekê ev hejmar gelek zêde bû gihîşt 412 hezar 378 kesan ev ji bo turîzma herêmê bû serdemeke zêrîn.

Di 2 mehên ewil yên 2020an de hejmara kesên ku serdana Girê Mirazann ji sedî 268 zêde bû.

Dihat çaverêkirin ku di sala 2020an de rekora hejmara kesên serdana Girê Mirazan dikin bê şikandin. Di mehên Çile û Şibata 2019an de 16 hezar û 797 kesan serdan kirin, di heman serdemên 2020an de ev hejmar gihîşt 59 hezar û 136 kesan.

Girê Mirazan di sala 2020an de ji ber pandemiyê nêzikî 3 meh girtî ma. Di 1ê Hezîranê de dîsa ji bo serdanê hat vekirin. Digel Covid-19 di 2020an de 197 hezar û 912 kesan serdanê kirine. Di 3 salên dawî de 680 hezar û 290 kesan serdana Girê Mirazan kirine.

Girê Mirazan di serdema pandemiyê de jî di çarçoveya sepana muzexaneya online ya Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyê de, weke cihê ku herî zêde serdana wê hatiye kirin, hatiye destnîşankirin.