Serokwezîrê Iraqê li Hewlêr û Silêmaniyê li gel berpirsên Kurdistanê dicive

11-01-2020

16:37

Serok Barzanî û Ebdulmehdî civiyan

-
-

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî piştî civînên li gel Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê, li gel Serok Mesûd Barzanî jî civiya.

Di hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û pêşhat û aloziyên vê dawiyê ya Iraq û navçeyê hate gotûbêjkirin.

Serok Barzanî anî ziman ku ew dixwazin  pirsgirêk û qeyranên Iraqê çareser bibin .

Herdu aliyan tekez li wê yekê kir ku peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê ketiye qonaxekî erênî û nû û berdewamiya wê keşûhewaya erênî ya di navbera herdu aliyan bi pêwîst hate zanîn.

Piştî civîna li gel Barzanî Adil Ebdulmehdî, Serokwezîrê Iraqê dê biçe bo bajarê Silêmaniyê

Zêdetir bixwîne

15:08

Qubad Talebanî: Me ligel Serokwezîrê Iraqê behsa hevahengiya bihêztir kir

Qubad Talebanî û Adil EbdulMehdî

Qubad Talebanî twittek derbarê civîna hikûmeta Herêma Kurdistanê û şanda hikûmeta Iraqê de li Hewlêrê belav kir.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî nivîsiye: Ligel Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî me girîngiya hevahengiya bihêztir a navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêmê di warên birêvebirin, aborî û pêwîstiya karê hevbeş ê serbazî li dijî terorê gotûbêj kir.”

Zêdetir bixwîne

11:27

Mesrûr Barzanî: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêwîstî bi biryar û îradeyeke cidî heye

Mesrûr Barzanî û Ebdulmehdî civiyan

Piştî gihiştina Hewlêrê û civîna li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Adil Ebdulmehdî  li gel Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.

Di civînê de, herdu aliyan gotûbêj derbarê rewşa Iraq û navçeyê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê kirin. Mesrûr Barzanî ragihand, cîbicîkirina rêkevtinên Hewlêr û Bexdayê pêwîstî bi biryar û îradeyeke cidî heye.

Herwiha di civînê de ku Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîr û hejmareke wezîran tê de amade bûn, Serokwezîrê Iraqê amaje bi wê kir, binemayeke baş bo peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de hatiye danîn û niha jî derfeteke baş heye bo çareserkirina kêşeyên navbera herdu aliyan de, bi şêweyekî ku di berjewendiya hemû rûniştvanên Iraqê de be.

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tekezî li ser wê kir, çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de û cibîcîkirina rêkevtinên di navbera her du aliyan de pêwîstî bi biryar û îradeyeke cidî heye ku guftugo bi şêweyekî bingehîn bên çareserkirin.

Serokwezîrê Kurdistanê, herwiha amaje bi wê da, DAIŞ niha metirsiyeke cidî ye bo ser tevahiya Iraqê, ji ber hindê pêwîstî bi hemahengiyeke zêdetir heye di navebra Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de bi hevkariya hêzên navdewletî.

 

Zêdetir bixwîne

10:44

Nêçîrvan Barzanî û Ebdulmehdî tekezî li ser karê hevbeş kirin bo rêlibergirtina aloztirbûna rewşa navçeyê

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê

Serokwezîrê Iraqê piştî hatina xwe ya bo Hewlêra paytext, yekem civîna xwe li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî encam da.

Di civîna Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî de, herdu aliyan tekezî li ser wê kirin ku divê Iraq nebe meydana rikeberiyên hêzên herêmî û navdewletî û herwiha hemû alî jî li gel hev kar bikin bo rêlibergirtina zêdetir alozbûna rewşê û herwiha bo  vegerandina aramî û seqamgiriyê.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê kombûnê de, rewşa Iraqê, dawîn rûdan û pêşhatên destpêka sala nû li Bexdayê, girjî û aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de, xwepêşandanên Iraqê, peywendiyên Iraqê li gel welatên cîran û pirsgirêkên Hewlêr-Bexda û diyaloga bo çareserkirina wan kêşeyan hatin gotûbêjkirin.

Herwiha li gor daxuyaniyê di civînê de herdu aliyan tekezî li ser wê jî kirine ku peywendiyên Iraqê li gel welatan li ser binemya berjewendiyên hevbeş û rêzgirtinê be li seranserê Iraqê û hemû alî li gel hev kar bikin bo aloztirnebûna zêdetir a rewşê û vegerandina aramî û seqamgiriyê û berjewendiyên Iraqê jî ewlewiyeta hemûyan be.

Di daxuyaniya hatiye belavkirin de, hatiye gotin, “Girîngiya berdewamiya hevkarî û piştgiriya civaka navdewletî bo Herêma Kurdistanê û Iraqê di şerê li dijî terorê de û metirsiya serhildana teror û liv û tevgerên terorîstên DAIŞê li Iraqê û bi taybetî jî li navçeyên navbera Pêşmerge û hêzên çekdarî yên Iraqê de, mijarên din ên kombûnê bûn ku tê de herdu aliyan tekezî li ser girîngiya hevkarî û hemahengiya navbera Pêşmerge û Supaya Iraqê kirin.”

Piştî civîna li gel Nêçîrvan Barzanî, Ebdulmedî dê li gel serokwezîr û cîgirê serokwezîr jî kombûnan encam bide.

Serokwezîrê Karbirêker ê Iraqê îro demjimêr 10.00 gihiştibû firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatibû pêşwazîkirin.

Zêdetir bixwîne

10:14

Serokwezîrê Iraqê li Hewlêr û Silêmaniyê li gel berpirsên Kurdistanê dicive

Serokwezîrê Iraqê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Karbirêker ê Iraqê, Adil Ebdulmehdî îro gihişt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Adil Ebdulmehdî, Serokwezîrê Karbirêker ê Iraqê îro demjimêr 10.00 gihişt firokexaneya Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Şanda pile bilind a li gel Ebdulmehdî ji Wezîrî Derve Mihemed Hekîm, Wezîrê Darayî Fûda Hisên herwiha Wezîrê Xwendina Bilind Quseyi Sohêl , Wezîrê Pilandanînê Nûrî Dilêmî, û  Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Ferîq Reşîd Yarulla û Serokê Dezgeha Istixbareta Iraqê Mistefa Kazimê herwiha rawêjkarê serokwezîrê Iraqê Ebdulhesenên Henîn pêk tê.

Ew şanda Iraqî dê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û peydakirina çareseriyekê ji bo krîza niha, li gel berprisên Herêma Kurdistanê binirxîne.

Şanda Iraqê di li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive piştre li gel Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cîgirê wî Qubad Talebanî piştre li ser Serok Mesûd Barzanî bicive û piştî  ku civînên wî li Hewlêrê bi dawî bibin dê serdana Silêmaniyê bike.

Roja Duşemê, Adil Ebdulmehdî peywendiyek li gel Serok Mesûd Barzanî pêk anî, derbarê dawîn pêşhat û aloziyan û helwesta Iraqê de.

Ev serdana Adil Ebdulmehdî bo Hewlêrê ku yekem serdan e piştî biryara destjikarberdanê, di demekê de ye ku girjî û aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de bihêz bûne li navçeyê ku xaka Iraqê jî bûye yek ji qadên vê milmilaneya di navbera herdu aliyan de.

Zêdetir bixwîne