Nêçîrvan Barzanî û Ebdulmehdî tekezî li ser karê hevbeş kirin bo rêlibergirtina aloztirbûna rewşa navçeyê

Serokwezîrê Iraqê piştî hatina xwe ya bo Hewlêra paytext, yekem civîna xwe li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî encam da.

Di civîna Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî de, herdu aliyan tekezî li ser wê kirin ku divê Iraq nebe meydana rikeberiyên hêzên herêmî û navdewletî û herwiha hemû alî jî li gel hev kar bikin bo rêlibergirtina zêdetir alozbûna rewşê û herwiha bo  vegerandina aramî û seqamgiriyê.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê kombûnê de, rewşa Iraqê, dawîn rûdan û pêşhatên destpêka sala nû li Bexdayê, girjî û aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de, xwepêşandanên Iraqê, peywendiyên Iraqê li gel welatên cîran û pirsgirêkên Hewlêr-Bexda û diyaloga bo çareserkirina wan kêşeyan hatin gotûbêjkirin.

Herwiha li gor daxuyaniyê di civînê de herdu aliyan tekezî li ser wê jî kirine ku peywendiyên Iraqê li gel welatan li ser binemya berjewendiyên hevbeş û rêzgirtinê be li seranserê Iraqê û hemû alî li gel hev kar bikin bo aloztirnebûna zêdetir a rewşê û vegerandina aramî û seqamgiriyê û berjewendiyên Iraqê jî ewlewiyeta hemûyan be.

Di daxuyaniya hatiye belavkirin de, hatiye gotin, “Girîngiya berdewamiya hevkarî û piştgiriya civaka navdewletî bo Herêma Kurdistanê û Iraqê di şerê li dijî terorê de û metirsiya serhildana teror û liv û tevgerên terorîstên DAIŞê li Iraqê û bi taybetî jî li navçeyên navbera Pêşmerge û hêzên çekdarî yên Iraqê de, mijarên din ên kombûnê bûn ku tê de herdu aliyan tekezî li ser girîngiya hevkarî û hemahengiya navbera Pêşmerge û Supaya Iraqê kirin.”

Piştî civîna li gel Nêçîrvan Barzanî, Ebdulmedî dê li gel serokwezîr û cîgirê serokwezîr jî kombûnan encam bide.

Serokwezîrê Karbirêker ê Iraqê îro demjimêr 10.00 gihiştibû firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatibû pêşwazîkirin.