Tirkiyê parlamenteriya Leyla Zana betal kir

Navenda Nûçeyan – Parlementoya Tirkiyê mafê parlementeriyê ji parlamentera HDPê ya Agiriyê Leya Zana stand.

 

Piştî 24 salan careke din parlementeriya Leyla Zana ji aliyê parlamentoya Tirkiyê ve hate betalkirin.

 

Parlamentoya Tirkiyê ragihandiye, ji ber beşdarnebûna di civînên parlamentoyê de parlamenteriya Leyla Zana hatiye betalkirin.

 

Li gorî agahiyan, di civîna îro ya parlamentoya Tirkiyê de raportek derbarê beşdarnebûna Leyla Zana di civînên parlamentoyê de hat pêşkêşkirin.

 

Ji dema sondxwarina qanûnî ya piştî hilbijartinên sala 2015an ve, nakokî di navbera serokatiya parlamentoya Tirkiyê, hikûmeta Tirkiyê û Leyla Zana de heye.

 

Leyla Zana di merasîma sondxwarina qanûnî ya parlamentoyê de ku di 01-11-2015an de birêveçûbû, dema ku neveroka têksta sondê xwandibû, li dewsa hevoka Milletê Tirk gotibû; Milletê Tirkiyeyê û bi çend peyvên Kurdî piştgirî dabû aştî û wekheviyê.

 

Ji ber wê yekê jî Desteya Serokatiya Parlamentoyê û herwiha hikûmeta Tirkiyê ragihandin, ku sonda Leyla Zana nayê hesibandin û çend caran daxwaz ji wê kiribûn, ku sonda xwe dubare bike.

 

Di raporta parlamentoya Tirkiyê ya derbarê Zana de amaje bi sondxwarina wê ya qanûnî jî hatiye kirin û hatiye gotin, ku Zana sonda yasyaî dubare nekiriye û sonda wê ya berê nayê hesabkirin.

 

Piştî pêşkêşkirina raportê, parlamentoya Tirkiyê ji ber wan sedeman Leyla Zana ji parlamenteriyê xist.

 

Bi betalbûna parlamenteriya Leyla Zana, hejmara parlamenteriyên HDPê li parlamentoya Tirkiyê dakete 53 kursiyan.

 

Nivsîn: Sîna Soma