Ker bûne wesayîtên xelkê Mêrdînê

Mêrdîn (Rûdaw) - Mêrdîn navdartirîn û kevintirîn bajarê Mezopotamyayê ye. Bajar li ser çiyakî ava bûye. Keleha wê ya kevn, hemû rêyên bajêr bi xwe ve girê dide. Weke tê zanîn di serdama Artukiyan de paytext bû.

 

Dema bajarê Mêrdînê hatiye avakirin kuçe û kolanên wê teng hatine çêkirin û ji ber vê yekê jî wesayît nikarin herin gellek cihên bajêr. Welatî gellek caran ji bo veguhestina kelûpelan keran (guhdirêjan) bikar tînin.

 

Zivistan e, kevirên hezar salî cemidîne, Mihemed sere sibê zû ji xewa şêrîn çavan xwe vekiriye wek bi hezaran Mêrdîniyê sewdaliyê vê bajarî. Mihemed jî xwedî guhdirêjekê ye û hemalitiyê dike.

 

Hemal Mihemed Akin ji Rûdawê re wiha got: “Ev der bajarê Mêrdînê ye bajarê min e, zarokatiya min di van kolanan de derbas bû,  di her kevirekê de serboriyekê min heye, ev der ji bo xelkê wateyekê wê heye lê ji bo me xwecihan wateyeke wî a din heye, ew tên li vê derê suretan dikşînin kêfa xwe dikin lê em li vê derê dijîn, zor zehmet e jiyana Mêrdînê lê em çi bikin me dil daye vî bajarê.”

 

Mihemed guhdirêjê xwe ji hewşê derxist û  berî da nav sûka Mêrdînê  div ê ew here nav bajêr û ji xwe re barek bibîne.

 

Mîna her gav din av kuçe û kolanên teng de dest bi rêwîtiya xwe ya dirêj dike, kuçe teng in û rê nadin seyareyên bi motor, ji ber ku dema ev bajêr ava bû hîç kesek hizra seyareyên mezin nedikir.

 

Mihemd li nav sûka Mêrdînê ye lê ne hêsane bar dîtin.

 

Mihemed Akin wiha domand: “Vê karê bapîrêmin jî,  bavê min dikirin, niha dor dora min e, serê sibê seet 6 an de ez têm sûkê û li mişteriyan digerim barê wan hildigirim, çi bar hebe ez dibim zivistanê pir zehmet e, lê ez çibikim em mecbû rin penêr, komir, hêzing, fêkî çi bar hebe em hildigirin.”

 

Mihemed xîret dike û bareke sivîk ji guhdirêjê xwe re dibîne.

 

Ji ber ku seyareyên bi motor nikarin bikevin van kuçe û kolanan ajal ji Mêrdîna kevin re bi zêran e, ka ev ajal nebin dê kel û pel hêzing, nesax  çawa werin veguhestin.

 

Akin amaje kir ku guhdirêj pir cefakar in û wiha pê de çû: “Pir bi kêrî me tên,  li Mêrdînê heke ev guhdirêj nebin jiyan nameşe, gelek kes qedrê van ajalan nizanin, carna mirov henekê xwe bi me û ajalê me dikin, xwe dûr didin dibêjin bêhna nexweş ji we têyî.

 

Mihemed Karê xwe yê îro bi dawî anî û guhdirêja xwe gire da.

 

Roj diçe xwarê û Hemal Mihemed Akin dibêje: “Karê min îro bi dawî hat, guhdirêjê min îro jî pere bi min da qezenckirin, ez gelek jê hezdikim lê carek dile min jê ma, wî dev avêt e min û ez brîndar kir, ez mehekê bi ser xwe ve nehatim; lê dîsa jî ew nebe ez nikarim pere nane xwe derxim, ji ber ku di mala me de 5 kes bi pereyê min xweyî dibin.

 

Wek Mihemed bi hezaran hemal hem li ser pişta xwe hem jî bi guhdirêjan bar vediguhêzin, Mihemed dibêje ku ez peşeman im da ku vê karî dikim lê heke Mihemed û hevalên wî nebûna  dê kê vê barê û çawa hilgirta.