Başûrê Kurdistanê piştî Almanya ji bo Tirkiyê duyemîn navenda bazirganiyê ye
Amed (Rûdaw) - Herêma Kurdistanê ji bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê piştî Almanyayê navendeke duyemîn e. Beriya şerê DAIŞ'ê salane 12 milyar dolar ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hinarde bo Başûrê Kurdistanê dihate kirin, lê niha ev rêje daketiye 7 milyar dolarî.
Herêma Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê yek ji navendên serekê yên hilberîna Amedê û Bakur e. Hinardeya ji Bakur û Tirkiyeyê bo Iraqê û Başûrê Kurdistanê heta sala 2013'an jî salane 12 milyar dolar bû. Lê ji ber şerê DAIŞ'ê heta sala 2016'an ev reqem daket 7 milyar dolarî.
Ji aliyekê din ve biryara li Hewlêrê lidarxistina korbendeke bazirganiyê ku di serdana Herêma Kurdistanê de ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim ve hate aşkerekirin, dilê karsazên Amedê xweş kir.
Mihemed Kirici ku hem xwediyê fabrîqeya kabloyan e û hem jî rêveberê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Amedê DOSÎAD'ê ye, dibêje îsal ji ber kêmbûna hinardeyê 10 fabrîqe li Amedê hatine girtin. Hinardeya wî jî beriya şerê DAIŞ'ê û krîza aboriyê salane 120 barhilgir bûye. Lê niha ji sedî 60 hinardeya wî ketiye.
Karsaz û Sekreterê DOSÎAD'ê Mihemed Kirici ji Rûdawê re behsa bazirganiya li gel Herêma Kurdistanê kir û ragihand: “Bazirganiya me ji sedî 60 daketiye. Ji sedî 40 maye. Me berê mehane 10 TIR kablo dişand, lê niha em tenê mehane 4 TIR dişînin Başûr. Hêviya me ew e ku ligel Başûr û Iraqê bazirganiya me zêdetir bibe.”
Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim di serdana Herêma Kurdistanê de aşkera kir ku ew ê li Hewlêrê korbendeke (forumeke) aboriyê li dar bixin. Karsazên li Amedê dixwazin ev pêngav zû bê avêtin û ji bo bipêşxistina bazirganiya Kurdistanê û Tirkiyeyê wezareteke taybet a bazirganiyê bê avakirin.
Serokê GUNGÎAD'ê (Komeleya Karsazên Ciwan ên Amedê) Hakan Akbal jî li ser vê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got: “Divê wezareteke taybet bê avakirin. Ev wezaret dê hem bi Kurdistanê re û hem jî welatên Rojhilata Navîn re bazirganiyê bi pêş bixe. Divê sekreteryayek hebe ku bazirganî bi pêş bikeve. Ger gaveke wiha bê avêtin, dê herkes bizanibe ku Tirkiye çiqas cidî li ser vê mijarê disekine.”
Ji Amedê bo Başûrê Kurdistanê zêdetir berhemên weke zexîre, cil û berg, alav û amûrên avakirinê (înşaat) tên şandin. Lê daketina rêjeya hinardeyê bo Başûr hemû sektorên li Amedê xistine tengasiyê.