Başûrê Kurdistanê bersiva îdiaya Kantona Cizîrê da: Cihê pêkenînê ye
Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îdiaya Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê û tohmetbarkirina Herêma Kurdistanê bi “nerast û cihê pêkenînê da zanîn.”
Kantona Cizîrê duh bi daxuyaniyekê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wê yekê tohmetbar kir, ku ew firokeyên şer ên ku di 3ê vê mehê de êrişî çend navendên leşkerî yên li Rojavayê Kurdistanê kirin, ji sînorê Başûrê Kurdistanê ve derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê bûne.
Li hember wê yekê, îro Wezareta Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bertek nîşan dan û îdiaya Kantona Cizîrê red kirin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Cihê pêkenînê ye
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê de ragihand, ku îdiaya Desteya Berevanî û Parastina Xweser a Kantona Cizîrê derew e û ji rastiyê dûr e.
Sefîn Dizeyî wiha got:
“Duh daxuyaniyeka bi navê Desteya Berevanî û Parastina Xweser a ser bi PYDê ve, ku navê Kantona Cizîrê lê hatiye danan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê tometbar kiriye û dibêje, qaşo roja 3ê vê mehê çend firokeyên cengî li binkeyeka serbazî ya hewayî li Herêma Kurdistanê rabûne û devera Til Elo ser bi Cizêrî bombebararan kirin!
Em bi redkirina ser û binê vê daxuyaniyê, ku tenê cihê pêkenîn û nîşaneya asta nexweşiya nivîsakarên vê ye, dibjîn ku diyar e cemaeta bi navê Kantona Cizîrê xewn dîtine, egera na, ka binkeya serbazî li Herêma Kurdistanê heye?! Lê xuya ye ku serî li wan têkçûye!”
Wezareta Pêşmerge îdia red kir
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer jî di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de, ew îdiaya Desteya Berevanî û Parastina Xweser a Kantona Cizîrê red kir.
Cebar Yawer ragihand: “Wezareta Pêşmergeyan, ku ji Yekeyên 70 û 80 pêk hatiye, ti core firokeyên wê nîne, heta ku wan bi kar bîne.”
Yawer tekezî li ser wê yekê kir ku Wezareta Pêşmerge ti zanyariyên wê li ser vê bordûmanê û firokeyan nîne. Tenê wê nûçe di ragihandinê de xwendiye.
Îdiaya Kantona Cizîrê
Desteya Berevanî û Parastina Xweser a Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, duh sêşemî 10ê Çileya 2017ê di daxuyaniyekê de îdia kiribû ku firokeyên şer ji Başûrê Kurdistanê ve çûne û çend cih li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirine.
Wê desteyê wiha gotibû:
Ew firokeyên şer, ku ne diyar e ser bi kê ne, roja 03.01.2017 ji Başûrê Kurdistanê firiyan û di aliyê bajarokê Til Koçber re çûne ser sînorê Iraq-Sûriyê û çend navçe li derdora gundê Til Elo yê ser bi bajarokê Çil Axa yê ser bi Kantona Cizîrê bombebaran kirin û piştre vegeriyan binkeyên xwe.”
Herwiha wê desteya ser bi Kantona Cizîrê ve dabû xuyakirin, ku ew êriş binpêkirina yasayên navdewletî û provakasyoneke dijatiyê ye û tekez kiribû, ku Başûrê Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) beşek ji binpêkirinê ne.
YPGê li ser bûyerê çi gotibû
Îdiaya Desteya Berevanî û Parastina Kantona Cizîrê di demekê de ye, ku pêştir Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniyekê fermî de ragihandibû, ku helîkopterên cengî yên Tirkiyê ji sînorê Bakurê Kurdistanê (Tirkiyê) ve 2 caran derbasî nav Rojavayê Kurdistanê bûn û çend xalên leşkerî yên ser bi wan li gundê Til Elo û herêman derdorê bombebaran kirin.
YPGê herwiha dabû xuyakirin, ku helîkopterên leşkerî piştre bi rêya sînorê Çilaxa re cardin vegeriyane Bakurê Kurdistanê.